HEWLÊR - Li gundan dest bi pişkinîna penceşêra pêsîrê hat kirin

18-02-2026
RÛDAW
Tîma gerok a pişkinînê / Wêne: Rûdaw Grafîk
Tîma gerok a pişkinînê / Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Hewlêr Penceşêra Pêsîrê Tîma Gerok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di pêngavekê de ji bo teşxîskirina zû ya penceşêra pêsîrê, tîmeke pişkinînê ya gerok li nahiye û gundên derdora Hewlêrê dest bi kar kir.

Ev tîm pişkinîna mamografiyê belaş ji bo welatiyan pêk tîne.

Birêvebirê Birêvebiriya Tenduristiyê ya Deşta Hewlêrê Dr. Hîwa Alayî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

"Bi hevahengiya Birêvebiriya Xweparastina Tenduristiyê, me dest bi vî karî kiriye û em pişkinîna mamografiyê belaş ji bo welatiyan dikin."

Dr. Hîwa Alayî li ser armanca vê pêngavê da zanîn:

"Armanca me ew e ku em herî zêde pişkinînan bikin.

Bijîşkên me yên pispor li gel me ne ku dikarin piştî pişkinînê encaman bibînin û ji kesên pêwendîdar re ragihînin.”

Serdana gund û nahiyeyan

Tîma gerok dê destpêkê du hefteyan li nahiyeya Bineslawayê bimîne û pişt re biçe nahiyeya Qûştepeyê.

Birêvebirê Birêvebiriya Tenduristiyê ya Deşta Hewlêrê Dr. Hîwa Alayî tekez kir:

"Armanca me ya sereke ew e ku em bigihin gundan û xizmetguzariyan bigihînin hemû welatiyan."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst