Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Sokotoyê ya Nîjeryayê 15 zarok ji ber nexweşiya sorikê mirin.
Wezîrê Tenduristiyê yê Eyaleta Sokotoyê Farûq Wurno li ser mijarê daxuyaniyek da.
Faruk Wurno eşkere kir ku li gundê Kurawayê yê eyaletê nexweşiya sorikê di nav zarokan de hatiye dîtin.
Wurno ragihand ku ji ber vê nexweşiyê 15 zarok mirine.
Tîmên tenduristiyê çûn herêmê
Wezîrê Tenduristiyê anî zimên ku wan karmendên tenduristiyê û derman bi lez şandine herêmê ji bo ku rê li ber belavbûna nexweşiyê bigirin.
Wurno her wiha destnîşan kir ku ew zarokên ku nexweşiya wan giran e dê sewqî nexweşxaneyan werin kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse