Keça Kurd di pêşbirka pelewaniya dest tewandinê ya Cîhanê de madalya wergirt

29-10-2022
RÛDAW
Keça Kurd di pêşbirka Pêlewaniya Dest Tewandinê ya Cîhanê de bû sêyemîn
Keça Kurd di pêşbirka Pêlewaniya Dest Tewandinê ya Cîhanê de bû sêyemîn
Nîşan Bêrîtan Akyol Amed Pelewaniya Dest Tewandinl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê keça Kurd a bi navê Bêrîtan Akyol a 15 salî di pelewaniya dest tewandinê ya Cîhanê de bû sêyemîn û madalya wergirt.

Li gundê Bîra Tarî yê ser bi navçeya Kayapinar a Ameda Bakurê Kurdistanê Bêrîtan Akyol berî 4 salan, ji ber şêwazê jiyana xwe ya li gund, hest pê kir ku zendên wê pir bi hêz in û dest bi werzîşa desttewandinê kir. Niha armanca wê ew e bibe yekem a cîhanê.

Werzîşvana Kurd Bêrîtan Akyol got: “Malbata min ajeldariyê dike û ez jî alîkariya wan dikim. Piranî min av ji bîrê dikişand bo ajelan. Vê yekê jî wiha kir ku zend û bendên min bihêz bibin. Piştre li ser pêşniyara rahênerekî min dest bi werzîşa zoranbaziya dest tewandinê kir û heta niha jî berdewam dikim.”

Bêrîtan di nav hefteyekê de 4 rojan li salona werzîşê rahenanan dike û rahênerê wê dibêje ew kapasîteya Bêrîtan heye ku bibe yekemîna cîhanê.

Rahêner Mehmet Erk jî got: “Ez çûbûm mêvandariyê û min dît ku Bêrîtan bi dehan caran avê ji bîrê dikşîne û milên wê bihêz in. Wê demê min ji malbata wê re pêşniyar kir û Bêrîtan beşdarî pêşbirkan bû. Herwiha heta niha jî ez wek rahênerê wê em bi hevre kar dikin.”

Keça Kurd Bêrîtan îsal di navbera 13 û 24ê Cotmeha 2022ê de beşdarî Pelewaniya Dest Tewandinê ya Cîhanê bû ku li parêzgeha Antalyayê hat kirin û di kategoriya pêşbirkeya temenê 15 salî de bû sêyem û madalya bronz wergirt. Berî niha jî di sala 2020ê de li parêzgeha Eskişehirê di Pelewaniya Tirkiyê de bûbû duyemîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst