Goreyên naylon hilbijêrin an yên bi pembû?

31-01-2017
RÛDAW
Nîşan Gore Naylon Pembû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Yek ji sedema sereke ya xwîdana û nexweşiyan pêyan goreyên ne guncayî ne. Ne dûr e ku berkirina van cureyên goreyan mirovan penceşêr bikin.

 

Goreyên naylon

 

Goreyên naylon nahêlin pê mirov hilmê bikişe û herwiha gore bixwe jî nikare xwîdanê hilmêje. Lewma pê her dem şil dimîne.

 

Her ku goreyên naylon teniktir bin xwîdana wan zêdetir dibe. Ew xwîdan û qrêja di navbera gore û çermê mirov de dibe malbenda geşekirina bakteriyan û di dencamê de gelek nexweşî bi vê rêyê peyda dibin.

 

Goreyên bi pembû

 

Goreyên bi pembû siviktir û hêniktir in. rê didin ku pêyên mirov hilmê bikişin. Xwîdana pê mirov jî ji derveyî van goreyan diçe derve û di navbera çerm û qumaşê goreyan de namînin. Berovajiyê goreyên naylon dikarin henasê bikişin û xwedînê bimijin.

 

LÊ jiber kişandina xwîdana zêde goreyên bi pembû zûtir pîs dibin û pêwîst dike berawirdê goreyên bi dest hatine çêkirin, zêdetir bên şuştin.

 

Ji bilî vê yekê, goreyên naylon ji çend qonaxekî kîmyeyî re derbas dibin û bi madeyên kîmyeyî tên pêçand.

 

Hinek ji pisporên pizîşkî dibêjin ev madeyên kîmyeyî digehne laze mirovan û bandorên neyînî dikin. Herwiha dibin sedema têkçûna balansa hormanên laşî û herwiha egera girtina hinek curên penceşêrê. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst