Li Sûriyeyê wêneyên Beşar Esed li ser goreyan tên neqişandin

09-05-2025
RÛDAW
Goreyên ku wêneyên Beşar Esed li ser hatine neqişandin / Wêne: Ji ber dîmenan
Goreyên ku wêneyên Beşar Esed li ser hatine neqişandin / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Beşar Esed Sûriye Gore
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Bazara Himdêdiyê yê Şama paytexta Sûriyeyê dikandarekî wêneyên Beşar Esed li ser goreyan neqişandin û daxwazeke zêde li ser heye.

Berê wêneyên Serokê rûxiyayî yê Sûriyeyê Beşar Esed li ser dîwar û cihên bilind dihatin daliqandin lê niha ketiye bin lingan û li ser goreyan tên çêkirin.

Dikandar Ziyad Zehwat got:

“Daxwaz li ser zêde bûye, bûye berhema rojane.

Heta 2-3 hezar cotan zêde bûye, hinek kes pêşin pereyan didin ku bi dest wan bikeve.”

Niha ev bazirganiya nû qerebalix li ser heye û li bazaran têrê nakê.

Di dema sê mehên borî de nêzîkî 200 hezar cot ji van cureyê goreyan hatine çêkirin.

Wêneyên Beşar Esed û malbata wî bi awayekî karîkaturî li ser goreyan hatine neqişandin û li ser hinekan jî peyamên wekî “Qirikdirêj” hatine nîvisandine.

Li ser wêneyê Mahir Esedê birayê Beşar Esed jî hatiye nîvisandin “Paşayê Captagonê”.

Di çanda Ereban de pêlêkirina wêneyê kesekî wekî bêrêziyê tê hesabkirin û rastiya vê goreyê jî li vê çandê vedigere.

Dikandar Basil Sataî jî anî ziman:

“Kesên ji derve tên dixwazin wekî bibîranînê goreyan bikirin.

Hinek jî ji bo henekan dixin lingên xwe û wêneyan digirin û hinek jî dikirin ku li ser bimişin.”

Malbata Esedan zêdeyî 54 salan Sûriye hukim kir û Beşar Esed nêzîkî 25 salan serok bû.

8ê Kanûna Pêşîn a 2024an piştî 14 salan şer û kuştinê desthilata Beşar Esed bi dawî bû û ew li gel malbata xwe reviya Rûsyayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst