Futbola li Bakurê Kurdistanê di çend salên borî de gelek guhertinên mezin derbas kiriye û roj bi roj pêş dikeve û tiştê ku em di vê sezonê de di lîgên cuda yên Tirkiyeyê de dibînin, nîşana vê axaftina min e.
Di Lîga 1emîn a Tirkiyeyê de, Amedspor û Vanspor du tîmên Bakurê Kurdistanê ne û hevrikiyê dikin.
Di Lîga 2yemîn a Tirkiyeyê de tenê gavek maye ku tîma Êlihê Batman Petrolsporê kupayê bibe mala xwe û piştî zêdetirî 26 salan cara yekem bibe şampiyon û derbasî Lîga 1emîn bibe.
Di Lîga 3yemîn a Tirkiyeyê de, tîma Çewlîgê 12 Bingolspor di koma duyem de pileya yekem bi dest xist û bû şampiyon, ew tîm jî dê sezona bê di Lîga 2yemîn de bilîze.
Li gel van tîman Muşsporê jî heye ku di Lîga 2yemîn a Tirkiyeyê de dilîze û di rêzbendiyê de di rêza çarem de ye, ew tîm jî hevrikiyê dike da ku derbasî Lîga 1emîn a Tirkiyeyê bibe.
Hemû wekî birayê mezin li Amedsporê dinêrin
Tiştê ku mebesta min e ez di vê gotarê de bala we bikişînim ser ew e ku niha li Bakurê Kurdistanê, ji alîgir û werzişvanan ve bigire heta tîmên Bakurê Kurdistanê hemû wekî birayê mezin li Amedsporê dinêrin û hemû wisa difikirin ku Amedspor di nav lîgên Tirkiyeyê de nûnerê rasteqîn ê werziş û futbola Kurdistanê ye.
Ev tiştê ku ji bo Amedsporê li Bakurê Kurdistanê tê kirin ji ber xwe ve çênebûye, di maweyê 53 salên damezirandina xwe de di nav dem û şert û mercên cuda û zehmet re derbas bûye, tîm sala 1972yan wekî tîmeke gelêrî derket holê, piştî wê sala 1994an guherîneke mezin bi xwe ve dît û êdî wekî tîmeke fermî derket holê û di Lîga 3yemîn de dilîst.
Amedspor 2024an gihişt lûtkeya asta xwe û xwe gihand Lîga 1emîn, dema ku derbasî Lîga 2yem bû Koma Sor bi dest xist, ev yek bû destpêka guherîneke mezin û avakirina pêgeheke mezintir a tîmê.
Nasnameyek ji bo Kurdan li Ewropayê
Amedspor niha tenê wekî tîmeke werzişî xuya nake, belkî hêdî hêdî di futbola Ewropayê de ji bo Kurdan dibe nasnameyek, bi wê pê yê ku tîm roj bi roj di nava bipêşketineke zêdetir de ye û alîgirên wê zêdetir dibin.
Kesk û sor, niha di Lîga 1emîn de ye, lê hevrikiya tîmên mezin ên wekî Galatasaray, Fenerbahçe, Beşiktaş û Trabzonsporê dike û ji aliyê alîgiran ve pêncemîn tîma herî navdar e û roj bi roj jî hejmara alîgirên wê zêdetir dibin.
Ew astengiyên ku li derveyî stadyuma wan rûbirûyî wan dibin, cezakirin û rêgirtina li alîgirên tîmê dema ku diçin stadyumeke derveyî ya Amedsporê, kombûna alîgiran a li ber cihê mayîna lîstikvanên Amedsporê û acizkirina wan, bikaranîna nijadperestiyê ya li dijî tîmê, ne tenê Amedspor ji hevrikiyê sar nekiriye, belkî tîmê xweştir kiriye û navûdengê wê jî zêdetir kiriye.
Niha Amedspor li ser asta hemû cîhanê xwedî navûdeng e, wiha alîgir dema ku ji Rûdawê re diaxivin, her yek ji bajarekî Bakurê Kurdistanê çûye Amedê, her wiha ji Kanada, Almanya, Norwêc û welatên din jî alîgir ji bo maçên Amedsporê diçin Bakurê Kurdistanê.
Zêdebûna daxwaza li ser formayên tîmê
Li gel vê yekê jî xwesteka zêde ya alîgiran a ji bo kirîn û bidestxistina formayên tîma Amedsporê di maweyê borî de û zêdebûna xwesteka li ser formayên wê ya bi qasî çar qatan, ew tîm bir qonaxeke din û erkê tîmê zehmettir kir, bi wê pê yê ku ew niha ji wê yekê tê digihin ku tenê nûnertiya Amedê nakin û ew tenê tîma bajarekî nînin.
Em wekî Kurd xwedî lîstikvanên navdar ên wekî Denîz Undav, Mêrxas Doskî, Akam Haşim û çendîn stêrkên din in ku di lîgên cuda yên Ewropa û navxweyî de dilîzin, tîmên me yên navdar gelek in û destkeftiyên zêde bi dest xistine lê bêyî tîmeke neteweyî ne.
Berê Dalkurdê li Swêdê hewl dida ku bibe nasnameya futbola Kurdistanê û çend salan di hevrikiyê de qonaxên zêde derbas kirin, lê zû ber bi paş ve vegeriya. Niha Amedspor bi rengên xwe yên kesk û sor, bi piştgiriyeke Kurdistanî hêdî hêdî dibe ew navê ku hemû wekî tîma neteweyî lê dinêrin.
Armanc ne tenê Lîga Super e
Di dema borî de min ji nêz ve Serokê Amedsporê û birêvebiriya tîmê dîtin, xeyalên wan ên mezin hene û naxwazin tenê bi gihiştina Lîga Super rawestin. Wan di vê sezonê de tenê bidestxistina bilêta Lîga Super nekiriye armanc û çavê wan li wê ye ku bibin şampiyon û bi kevirekî du çivîkan bikujin, hem kupayê bibin mala xwe, hem jî bigihin Lîga Super. Piştî wê jî hêdî hêdî ji bo wê yekê kar bikin ku bigihin şampiyoniyeke Ewropî ku eger ev yek rû bide êdî dê bibe dîrokeke geş û nejibîrkirî.
Eger Amedspor sezona bê di Lîga Super ya Tirkiyeyê de bilîze, dê tîm gaveke gelekî mezin biçe pêş, dê tîma Bakurê Kurdistanê di lîgekê de were dîtin ku bi dehan stêrkên navdar ên wekî Victor Osimhen, Mauro Icardi, Ilkay Gundogan, Leroy Sane, Kante, Ederson û çendîn stêrkên din tê de dilîzin.
Bi lîstina di Lîga Super de, êdî li Bakurê Kurdistanê stadyuma Amedsporê dê bibe cihê bijarte yê hemûyan û her hefte tîm dê mazûvaniya tîmeke mezin a futbola Tirkiyeyê bike, her carê jî kesk û sor dê rûbirûyî çend stêrkên bihêz bibe.
Bi wê gavê Amedspor çi qasî ji aliyê ast û kalîteyê ve biçe pêş dê ew qasî jî xizmetê ji rewşa aborî ya tîmê re bike, lê dê pêwîstiya wan jî bi piştgiriyeke zêdetir a piralî hebe, bi taybetî jî ji aliyê darayî ve ku di maweyê borî de dema em bi serokê tîmê re civiyan me hest bi wê yekê kir ku rewşa darayî ya tîmê ne ew qasî baş e, lê ew encamên baş ên tîmê ne ku pirsgirêk veşartine.
Niha tenê 5 maçên Amedsporê mane, du puanan ji yekemê rêzbendiyê dûr e û çar puanan li pêşiya xwediyê rêza sêyem e, di sezona bê de du tîm dê rasterast derkevin Lîga Super û xwediyê rêza sêyem dê ji bo bidestxistina wê bilêtê maça play-offê bilîze, derfeta vê sezonê ya Amedsporê derfetek e ku dibe çendîn salên din ducare nebe.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse