Navenda Nûçeyan – Werzîşvanê bezê yê navdar Husên Bolt, di pêşbirka bezê ya dawîn de bû sêyem û xwatir ji gorepanan xwest.
Werzîşvanê 30 salî yê Jamaîkayê Husên Bolt, di Şampiyoniya Cîhanî ya Atletîzmê ya li Londonê de cara dawîn bezî.
Di fînala 100 metreyî ya zilaman de werzîşvanê amerîkî Justin Gatlin bû yekemîn û xelata zêr bidestxist.
Gatlin piştî vê serkeftinê bi rêzdarî bejna xwe li hember Bolt tewand.
Husên Bolt heta niha di tevahî lîstikên olîmpiyatan de madalya zêr wergirtiye. Wî heta niha 8 madalyayên zêr bidest xistine.
Piştî beza dawî Husên Bolt got: “Êdî hest pê dikim, ku laşê min westiyaye û divê xwe bidin aliyekê.”

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse