Dusseldorf (Rûdaw) – Werzişvanekî Kurd li Norecê dest bi geşteke bi pêyan kir û dixwaze 2222 kîlometreyan biçe.
Yek ji welatên ku li Ewropayê xwediyê ciwaniyeke efsûnî ye, Norwec e.
Piraniya Kurdên wir ku tu bi wan re dipeyivî, ji jiyana xwe û ji ciwaniya sirûştî ya wir razî ne. Çalak in û bi rastî jî di medyaya wir de jî pir navê wan tê.
Niha filmekî Norwecî û Kurdî bi navê Onkl Yens li sînemayên seranserê wî welatî tê nîşandan ku Birwa Wehabpûr derhênerê wê ye û Hemze Agoşî rola sereke tê de wergirtiye.
Eger hûn li Norwecê bin, herên fîlma Onkl Yensê bibînin.
Ji aliyekî din ve, îro Şemiyê werzişvanekî Kurd li Norwecê dest bi geşteke bi pêyan dike û dixwaze 2222 kîlometreyan bibire.
Dibe ku ji bo we pirsyar be ka çima Kurdek li Norwecê dixwaze vê yekê bike û çima ev taybet e.
Şivan Azad Xelîl bû mêvanê bernameya Diyasporayê û ragihand, geşta wî ji bajarokê Lindznesê li xala herî başûrê Norwecê dest pê dike û ber bi Noorkapê ku dikeve xala herî bakurê welêt berdewam dibe.
Şivan Azad got, "Ez çalakiyên xwe wekî çalakiyên jiyanê dibînim, ez ne werzişvan an çalakvan im lê mirovek im ku Xwedê wisa lê kiriye, pêwîst e mirov xebatê bike û çalakiya wî berdewam be."
Geşta Şivan hevdem e li gel roja Groonlovê ku li ba Norweciyan rojeke pîroz e, li gorî bernameya çalakvanê Kurd, geşta wî nêzîkî sê heta çar mehan didome.
Pêşkêşkarê bernameya Diyasporayê Hêmin Ebdullah dê çend hefteyên bê geşta navhatî bişopîne û çend dîmenan ji çalakiya Şivan Azad Xelîl nîşanî bînerên Rûdawê bide.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse