Tîma Cîhad a Qamişlo xwe ji lîga Sûriyê re amade dike

08-10-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Tîma Cîhad Qamişlo Futbol Sûriye
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - 20ê vê mehê Lîga Sûriyê ya pileya yekem dest pê dike û tȋma futbola Cîhad a bajarȇ Qamişlo jî xwe ji bo lîga Sûrî amade dike.

 

Rahȇnerên Tîma Cihad aşkere dikin, ku ji aliyȇ amadebȗna bedenȋ ȗ teknȋkȋ ve rewşa wan baş e, lȇ zehmetiya wan a mezin ku aboriya tȋmȇ pir xerab e, lȋstikvanek jȋ dibȇje, ji ber leşkeriya rȇjȋmȇ, 8 lȋstkvanȇn wan nikarin beşdarȋ yariyan bibin.

 

Tȋma Cȋhad ya bajarȇ Qamişlo rahȇnan xwe i yarȋgehe biçȗk ku taybet bo tȋmȇn gelerȋ bi rȇve dibe. Bi derfetên lawaz berpirsȇn tȋmȇ hewl didin xwe ji bo lȋga Sȗrȋ amade bikin.

 

Rahênerê Kolaran Hisên Osman wiha got: “Lȋga Sȗri bi başdarbȗna 14 tȋman roja 20 vê mehê dest pȇ dike. Em jȋ perwerdeyȇn xwe dikin, perȇ bingeha hemȗ tiştȋ ye eger pere heba dȇ rewşa me baş biba.”

 

Rahȇnerekȋ tȋmȇ jȋ dibȇje ku lȋstikvanȇn wȋ ji aliyȇ teknȋkȋ ȗ perwerdeyȋ ve amade ne.

 

Rahȇnerȇ Tȋma Cȋhad Ziyad Tean jî got: “Tȋma me amade ye ji aliyȇ teknȋkȋ ȗ perwerdeyȋ ve lȇ tişta ji me kȇm ew e ku hin yariyê ezmȗnȋ ne. Bi hȇvȋ me li şamȇ em çend yariyên li gel tȋmȇn xort bilȋzin.”

 

Lȋstikvanȇ Tȋma Cȋhad Qezafȋ Esmet jî wiha axivî: “Em maçȇ xwe ne li bajarȇ xwe dilȋzin, ev berȋ her tiştȋ gelekȋ zehmet e ya din jȋ lȋstikvanȇn me karȇn cuda dikin li gel werzişiyȇ, 8 lȋstikvanȇn me jȋ ji bo leşkeriyȇ tȇn xwestin lewma ew nikarȇn bi me re werin. Ji aliyê aborȋ jȋ rewşa me xirabe ȗ koçberȋ jȋ ziyan li me kirye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst