Berdevkê Tîma Serokatiyê ya ji bo şopandina peymana 29ê Çileyê ya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re, Ehmed Hîlalî, ji Rûdawê re axivî.
Ehmed Hîlalî di hevpeyvîna li gel Nalîn Hesenê de aşkere kir ku hewldanên wan ên ji bo yekxistina saziyên dadwerî yên li bajarê Qamişloyê bi ser neketine. El Helalî da zanîn ku şanda hikûmetê plana xwe pêşkêş kiriye lê ev pêşniyar ji aliyê berpirsên li Koşka Dadê ya Qamişloyê ve hatiye redkirin.
Rûdaw: Şîroveya we li ser wan nûçeyan çi ye ku dibêjin civîna Qamişloyê ya 20ê Nîsana 2026an derbarê yekxistina saziyên dadwerî de ti encamek jê derneket?
Ehmed Hîlalî: Piştî rûniştineke dirêj bi Parêzgarê Hisîçayê Nûreddîn Ehmed re û bi amadebûna birêvebir û dadwerên meclisên dadê, em bi wan re çûn ji bo radestkirina Koşka Dadê ya Hisîçayê ji Wezareta Dadê re ragihînin.
Dozgerê Giştî yê Komarê ji birêzên dadwer xwest ku dest bi karê xwe bikin.
Piştî ku me li Hisîçayê kelecaneke erênî dît, em ber bi bajarê Qamişloyê ve çûn û me careke din bi dadwer û karmendên meclisên dadê yên li cem HSDyê re hevdîtin kir.
Birêz Dozgerê Giştî yê Komarê plana kar a Wezareta Dadê ji wan re eşkere kir ku ev xal tê de hebûn:
1- Radestkirina koşkan ji Wezareta Dadê re li gorî peymana 29ê Kanûnê ku dibêje divê hikûmeta Sûriyeyê hemû saziyan werbigire.
2- Wergirtina lîsteyên karmend û dadwerên Rêveberiya Xweser ji bo ku li gorî pisporî, jêhatîbûna zanistî û ezmûnên wan di saziya dadwerî de bên yekxistin.
Mixabin, tevî daxwazên me yên ducare jî heta niha lîste ji me re nehatine şandin.
3- Di vê heyamê de, birêzên dadwer li kêleka dadwerên rêveberiyê dest bi karê xwe dikin heta ku rewşa yasayî li gorî Yasaya Desthilata Dadwerî ya Sûriyeyê were çareserkirin.
Rûdaw: Gelo rast e ku şanda hikûmetê daxwaza radestkirina tam a dadgeha Qamişloyê û hilweşandina dadweriya ser bi Rêveberiya Xweser kiriye?
Ehmed Hîlalî: Me gelek caran û bi zimanê Erebî û Kurdî ji hemû karmendên "meclisên dadê" re eşkere kir ku em dev ji ti jêhatiyekî wan bernadin. Her wiha me ji wan re li ser îmkana qebûlkirina wan a li Peymangeha Bilind a Dadweriyê bi awayekî derasayî qala dewreyeke taybet kir ku wan ji bo wergirtina posta dadweriyê amade dike. Ji bo tayînkirina wan jî biryarnameyên serokatiyê derdikevin. Rewşa parêzeran jî bi rêxistina kar û barên wan û hêsankirina prosedurên endamtiya wan a di Sendîkaya Parêzeran de tê çareserkirin. Piştî ku me plana xwe pêşkêş kir, em şaş man ku kesên li Koşka Dadê fikra radestkirina avahiyê red kirin û vegera birêzên dadwer a ji bo ofîs û karên xwe bê ti hinceteke rewa red kirin. Hin kesayetiyên hiqûqî yên li cem Rêveberiya Xweser hewl dan ku astengiyan sivik bikin û bi awayekî erênî desttêwerdanê bikin lê hewlên wan ji aliyê beşeke din ve ku li ser taloqkirina bêdawî israr dikir, hatin redkirin.
Rûdaw: Gelo ji bo pêvajoya yekxistinê bernameyeke demkî ya zelal li cem şanda serokatiyê heye? Û qonaxên wê yên sereke çi ne?
Ehmed Hîlalî: Ji ber van şert û mercan em nikarin bernameyeke demkî ya diyarkirî deynin.
Rûdaw: Gelo dê modeleke dadweriyê ya yekgirtî were pejirandin, an jî îmkana parastina hin taybetmendiyên herêmî hene?
Ehmed Hîlalî: Di Wezareta Dadê de ti taybetmendî nînîn. Wezareta Dadê serwer e û nayê qebûlkirin ku li seranserê erdnîgariya Sûriyeyê ne li ser yek şêwazê be. Taybetmendiya çandî û perwerdeyî û li ber çavgirtina bikaranîna jêhatiyên ji xelkê herêmê parastî ye. Yek yasa, yek artêş, yek al, yek dewlet, ev sînorê lihevkirî ye.
Ji bilî peymana 29ê Kanûna Paşîn ku tê de radestkirina avahiyan ji hikûmetê re û xebata ji bo yekxistina saziyên HSDyê di nav saziyên dewleta Sûriyeyê de cih digire, ti alternatîf nîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse