Li Çiyayê Korek festîvala xweşemitandina li ser berfê dest pê dike

10-02-2019
RÛDAW
Îro 2yemîn hevdîtina kompaniyên geştiyariyê jî li Çiyayê Korekê birêve diçe
Îro 2yemîn hevdîtina kompaniyên geştiyariyê jî li Çiyayê Korekê birêve diçe
Nîşan Çiyayê Korek Festîval Xweşemitandin
A+ A-

Soran (Rûdaw) – Li gel destpêkirina 3yemîn Festîvala Xweşemitandina li ser Berfê, îro 2yemîn hevdîtina kompaniyên geştiyariyê jî li Çiyayê Korekê birêve diçe.

 

Peyamnêrê Rûdawê Bextiyar Qadir ji Çiyayê Korekê ragihand ku îro yekşemê 10-02-2019an 2yemîn hevdîtina kompaniyên geştiyariyê yên başûr û naverasta Iraqê li Çiyayê Korekê birêve diçe ku hejmara wan 30 kompanî ye.

 

Peyamnêrê me diyar kir ku biryar e di hevdîtinê de Serokê Desteya Geştyariyê ya Herêma Kurdistanê û rayedarên ewlehî û îdarî yên navçeyên Riwandiz û Soran jî beşdar bin.

 

Bextiyar Qadir destnîşan kir ku îro di saet 15:00an de dê 3yemîn Festîvala Xweşemitandina li ser Berfê li Çiyayê Korekê bi beşdariya hejmarek werzişvanên biyanî û navxweyî birêve biçe.

 

Ji bilî werzişa xweşemitandina ser berfê, dê çend çalakiyên din jî îro li Çiyayê Korekê birêve biçe, ji wan jî bi amadebûna çend hunermendan, çend birgeyên hunerî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst