MAZENDERAN - Kurd û Gîlanan festîvalek li dar xist

14-09-2025
RÛDAW
Nîşan Mazenderan Kelardeşt Kurd Gîlan Festîval
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mazenderanê ya Îranê Festîvala Kurd û Gîlanan hat lidarxistin.

Welatiyekî Kurd ê ji navçeya Kelardeştê ya parêzgeha Mazenderanê ji Rûdawê re ragihand ku Festîvala Kurd û Gîlanan roja înê li navçeya Kelardeştê bi beşdariya bi sedan kesan hatiye lidarxistin.

Wî welatiyî got:

"Festîval ji çend beşan pêk dihat ku di nav de muzîka Kurdî û Gîlanî, govend, nîşandanên werzişê û xwendina helbestan ji aliyê zarokan ve li xwe digirt."

Li gorî gotina wî welatiyî, nêzîkî ji sedî 70yê xelkê navçeya Kelardeştê ya parêzgeha Mazenderanê Kurd in.

Kelardeşt dikeve rojavayê parêzgeha Mazenderanê û hejmareke berbiçav a Kurd û Tirkan lê dijîn ku hatine koçberkirin.

Li gorî belgeyên dîrokî, di serdema Şah Îsmaîlê Sefewî de hejmareke berbiçav a Kurdan bi zorê li deverên cuda yên Îranê hatine bicihkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst