Hewlêr (Rûdaw) – Bodo/Glimta ku îsal di Lîga Şampiyonan de wekî ba û birûskê bû, li bin guhê dîwarekî hesinî ket.
Di qonaxa 16 tîmên dawî ya Lîga Şampiyonan a UEFAyê de, tîma Sporting Lizbonê (Portugal) piştî têkçûna maça ewil, bi vegera xwe ya dîrokî Norwecî şok kirin û derbasî çaryeka fînalê bû.
Sporting Lizbonê di maça rovanşê de 5-0 zora Bodo/Glimtê bir.
Bahoza li Portugalê
Sporting Lizbonê li mala xwe li Stadyuma Jose Alvaladeyê mazûvaniya tîma Bodo/Glimtê kir.
Tîma Portugalê maça ewil a li Norwecê 3-0 winda kiribû lê di maça duyem de avsûrkên xwe di çavên Bodo/Glimtê re derxistin û gol bi ser de barandin.
Gonçalo Inacio xuleka 34an gola yekem e Sporting Lizbonê avêt.
Nîvê yekem ê maçê 1-0 bi dawî bû.
Tîma malxwê di nîvê duyem de zexta xwe ya ji bo golê zêde kir.
Pedro Gonçalves xuleka 61ê gola duyem a tîma xwe kir.
Pişt re Suarez xuleka 78an bi penaltiyê encam kir 3-0 û.
Dema asayî ya maçê bi vê encamê bi dawî bû û lîstik dirêj bû.
Serkeftina mezin a Sportingê
Sporting Lizbonê di xulekên dirêjkirinê de serdestiya xwe parast.
Araujo di xuleka 92yan de gola çarem avêt û lîstikvanê tîma malxwê Mel jî di xuleka 120+1ê de gola dawî kir.
Sporting Lizbonê bi vê gola dawî re maç 5-0 stand.
Tîma Portugalê bi encama giştî ya 5-3 Bodo/Glimt têk bir û bilêta çaryeka fînalê berda binê berîkê.
Sporting Lizbon dê di çaryeka fînalê de bi Arsenalê re bilîze.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse