Navenda Nûçeyan – Di Lîga Premier a Îngiltereyê de tîma Brighton Hove Albion di hefteya seyem de bû mêvanê tîma Liverpoolê. Bi gola stêrkê misrî Salah, Liverpool serket.
Tîma Liverpoolê ku rahêneriya wê Jurgen Klopp dike, li stada Anfield Road mazûvaniya tîma ku hefteya borî bi encama 3-2 ji Manchester Unitedê birî Hove Albion kir.
Lîstikvanê misrî yê Liverpoolê Mihemed Salah di xulaka 23yemîn de golek tomar kir û bi saya wê golê tîma wî 3 paun bidest xist. Di yariyê de ji bilî gola Mihemed Salah ti gol nehatin tomarkirin û encam bi 1-0 dawî bû.
Hêjayê gotinê ye di sezaona îsal a Lîga Premiera Îngiltereyê de heta niha her tîmê 3 lîstik lîstine û tîma Liverpoolê di hersê lîstikên xwe de serketiye û hîç golek nexwariyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse