Hewlêr (Rûdaw) - Hêrsa Mohamed Salah ji ber ku 3 maç in li pey hev li ser kursiya yedekan tê rûniştandin teqiya.
Stêrka Misirî Mohamed Salah da zanîn, "Ez bawer nakim ku tiştek biqewime û ez hest bi bêhêviyeke mezin dikim."
Salah piştî wekheviya li hemberî Leeds Unitedê daxuyanî da û got:
"Di çend salên borî de min gelek tişt dan vê tîmê, bi taybetî par.
Niha li ser kursiya yedekan im, nizanim sedem çi ye."
Salah diyar kir, ew hîs dike ku tîm dixwaze dest ji wî berde û wiha axivî:
"Bi ya min gelekî zelal e ku kesekî xwestiye hemû sûc bixe stûyê min.
Havînê gelek soz dan min, niha jî 3 maç in ez yedek im, loma ez bawer dikim ku nikarin sozên xwe bi cih bînin."
"Pêwendiya me qut bû"
Stêrka Misirî li ser pêwendiya xwe ya bi Rahêner Arne Slot re jî got:
"Min gelek caran gotiye ku pêwendiya min û Slot gelekî baş e lê bi awayekî surprîz pêwendiya me qut bû.
Nizanim sedem çi ye lê ez bawer dikim ku hinek kes di nava tîmê de min naxwazin."
Salah li ser wê yekê ku maça Liverpoolê ya li hemberî Brightonê dê bibe maça wî ya dawî yan na got:
"Min ji malbata xwe re got ku werin maçê.
Nizanim ez dê bilîzim an na lê ez dê kêfê ji hatina wan wergirim.
Ez ji kûrahiya dilê xwe kêfê ji wê maçê werdigirim, çimkî nizanim piştî wê dê çi bibe."
Salah destnîşan kir ku ew dê li Anfieldê xatir ji alîgiran bixwaze û pişt re biçe Kupaya Afrîkayê û da zanîn:
"Nizanim dema li wir bim dê çi biqewime."
Mohamed Salah her wiha got, "Di futbolê de kes nizane çi diqewime, ez nikarim vê qebûl bikim, min gelek tişt dan vê tîmê."
Mînaka Harry Kane
Salah behsa serpêhatiyekê kir û anî ziman:
"Tê bîra min dema Harry Kane 10 maçan li pey hev gol neavêtin.
Hemû medyayê got, 'Waw, bê guman Harry dê vegere û golan biavêje.'
Dema mijar bû Salah ji min re dibêjin 'Li ser kursiya yedekan be.' Bibore Harry ji bo vê."
Van gotinên Mohamed Salah dengvedaneke mezin çêkir.
Medya wisa şîrove dike, dibe ku futbolîst di transfera zivistanê de ji tîma Îngilîz veqete.
Tîma Îtîhada Siûdî careke din hewlên xwe yên ji bo transfera wî zêde dike.
Ew dixwazin wî mîna Cristiano Ronaldo û Karim Benzema bibin lîga Erebistana Siûdî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse