Dalkurdê ji Malmo xalek stend

27-05-2018
RÛDAW
Nîşan Swêd Dalkurd Malmo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di çarçoveya yariyênb heftiya 11emîn a lîga nayabên Swêdê Allsvenskanê de yaneya Dalkurdê bû mêhvanê yaneya Malmoyê û herdu tîm bi golekê wekhev man.

 

Dalkurd piştî dûrxistina rahêner Azrudîn Valentîç û alîkarê wî Emîr Azrefşan di yekemîn yariya xwe de derkete pêşberî tîma bihêz a Swêdê Malmoyê.

 

Di xuleka 43yê de Ehmed Awad bi navê yaneya Dalkurdê golek tomar kir û tîma Kurd di beşa yekemîn de 1-0 serkeftî bû.

 

Di xuleka 55 a beşa duyemîn a yariyê de Carlos Strandberg bi navê Malmo golek tomar kir û yarî bi 1-1 biencam bû.          

 

Piştî van encaman Dalkurd bi 5 xalan di rêzbenda 15emîn de ma. Malmo jî bi 12 xalan di rêza 10emîn de cîh girt.

 

Yariyên xula Swêdê ji ber Kûpaya Cîhanê ya 2018ê dê heta meh û nîvekê rawestin.

 

Roja 7ê Tîrmehê dê Dalkurd di mala xwe de mazûvaniya                Br pojkarna bike.

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst