ÎZMÎR - Kesekî bi çekê êrişî Konsulxaneya Swêdê kir

01-08-2023
Nîşan Swêd Konsulxane Îzmîr Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kesekî bi çêkê êrişî Konsulxaneya Swêdê ya li Îzmîre kir.

Di êrişê de jinek bi giranî birîndar bû. Tê gotin ku ew jin karmanda konsulxaneyê ye.

Îro li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê kesekî bi çekê êrîşî Konsulxaneya Swêdê kir.

Hat ragihandin ku êrîşkar piştî êrîşê ji cihê bûyerê reviyaye û di demeke kurt de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye desteserkirin.

Êrişkar astengdar e

Parêzgariya Îzmîrê li ser bûyerê daxuyaniyek belav kir û got:

“Li navçeya Konakê ya bajarê me îro derdora demjimêr 12.45an di encama êrîşa çekdarî ya kesê astengdar ê bi navê Z.O de, welatiyeke me ya bi navê E.T birîndar bûye.

Birîndar bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Tepecîkê hatiye rakirin. Kiryarê bûyerê jî li gel çeka tawanê hatiye destserkirin û derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.”

Li aliyê din, tê angaştkirin ku êrişkar ji Sûriyeyê ye û êrişê ji ber karûbarên vîzeyê rû daye.

Ajansa fermî ya Tirkiyeyê jî got, "Gumanbar Z.O li ser nifûsa Agiriyê ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst