Pişta Batman Petrolsporê nayê xwarê: 'Em dê bibin şampiyon'

Êlih (Rûdaw) - Tîma Batman Petrolspora tîma Êlihê wekî ba û birûskê ye û li kesî nasekine.

Batman Petrolspor di Lîga 2yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de bi performanseke serkeftî balê dikişîne ser xwe.

Tîma Êlihê ku heta niha di 9 pêşbirkan de têk neçûye, bi 7 serkeftin û 2 wekheviyan 23 puan kom kirine û serkêşiya lîgê dike.

Armanca sereke ya tîmê ew e ku di dawiya sezonê de bibe şampiyon û derbasî Lîga Yekemîn bibe.

Tîma reş, spî û sor niha bi moraleke bilind xwe ji bo pêşbirka li hemberî Karacabey Belediyespora tîma Bursayê amade dike û futbolîstên tîmê ji serkeftinê bawer in.

Futbolîst Ciwan ji Rûdawê re got: "Em xwe amade dikin. Di antrenmanan de em hêdî hêdî digihîjin asta xwestî."

“Em dê rasterast bibin şampiyon”

Futbolîst Atabey Çîçek hêviya xwe wiha anî zimên:

"Înşalah îsal em dê karê xwe nehêlin ji play-offê re. Ez wisa bawer im ku em dê rasterast bibin şampiyon.

Lê helbet şampiyonî jî di van pêşbirkan re derbas dibe. Înşalah em dê pêşbirka Karacabeyê qezenc bikin û 3 puanan bistînin."

Futbolîst Îshak Çakmak da zanîn:

"Em ji bo 3 pûanan diçin. Qet şik û gumana min nîne ku em dê 3 pûanan bi dest bixin.

Niha di tîmê de rewşeke gelekî baş heye û moralê me bilind e.

Her kes vê yekê dibîne. Par me pir dixwest lê armanca me pêk nehat.

Înşallah em dê îsal wê kupayê bistînin û bi ser bikevin."

Rahênerê tîmê Serdar Bozkurt jî bal kişand ser girîngiya pêşbirkê û got ku di lîgê de tîmên lawaz nînin û divê li hemberî her tîmê amadehiyeke baş bê kirin.

Rahêner Serdar Bozkurt jî anî ziman:

"Çaryeka lîgê qediya. Em dê biçin Karacabeyê, deplasmaneke girîng e.

Pêşbirkeke pir dijwar li pêşiya me ye. Em amadehiyên xwe li gorî wê dikin.

Em dixwazin 3 pûanan bistînin û rêya xwe berdewam bikin.

Hemû pêşbirk girîng in. Em ji bo her pêşbirkê amadehiyên baş dikin.

Înşallah em dê pêşbirk bi pêşbirk bi ser bikevin û dawiya sezonê em dê Batman Petrolsporê derbasî Lîga Yekem bikin."

Pêşbirka Batman Petrolspor û Karacabey Belediyesporê dê roja yekşemê li Bursayê bê lîstin.

Tîma Êlihê dixwaze ji vê deplasmana girîng bi 3 pûanan vegere.