Holand şerê man û nemanê dide

31-08-2017
RÛDAW
Nîşan Holand Fransa Maç Lîstik Kupaya Cîhanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro di kupaya cîhanî de li ewropayê çend lîstikên çarenûssaz dê werin lîstin.

 

Di koma yekem de dê sê maç werin lîstin. Maça herî giring jî di navbera herdû bijardeyên Fransa û Holandê de ye. Birina Holandê careke din wisa dike ku rikeberî germ bibe. Doradin jî heta radeyekê Holandê ji kupaya cîhanî dûr dixe.

 

Di koma duyem de jî sê lîstikên din birêve diçin û Portugal bi serkirdayetiya Cristiano Ronaldo rûbirûyî tîma Giravên Varo dibe.

 

Di koma heştem de jî hemû bijarde lîstikên vê gerê dê pêk bînin û lîstika herî giring jî di navbera herdû bijardeyên Belçîka û Gibraltar de dê were lîstin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst