Aloziya Amerîka û Îranê li Neteweyên Yekbûyî: ‘Bi edeb be!’

9 demjimêr berê
Namo Ebdullah
Namo Ebdullah
Nîşan Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî Îran Amerîka Îsraîl
A+ A-

New York (Rûdaw) - Di civîna lezgîn a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya ku piştî êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê hat lidarxistin de, di navbera nûneran de nîqaş derket.

Piştî ku Amerîka û Îsraîlê li hedefên stratejîk ên li nav axa Îranê da, Konseya Ewlehiyê li ser daxwaza Çîn û Rûsyayê civiya.

Di rûniştina di serokatiya Brîtanyayê de nûnerên Washington û Tehranê hevdû bi tundî tohmetbar kir.

Waltz: 47 sal in dibêjin ‘Mirin ji Amerîkayê re’

Nûnerê Amerîkayê yê Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz di xulekên dawî yên civînê de axivî û rejîma Îranê wekî "ne rewa û êrişkar" bi nav kir û got:

"Ez dixwazim bersiva nûnerê qaşo yê rejîma Îranê bidim. Amerîka îdiayên pûç ên ku dibêjin kiryarên me li dijî hiqûqa navneteweyî ne red dike.

Ev rejîm 47 sal in di her rûniştina parlamentoyê de 'Mirin ji Amerîkayê re' diqîre.

Hewl dide Îsraîlê ji ser nexşeyê rake û kampanyayeke qetlîamê dimeşîne."

Waltz her wiha diyar kir ku Îranê rasterast an jî bi rêya wekîlan hewl daye Serokê Amerîkayê Donald Trump bikuje û got:

"Ji bo veşartina karên xwe yên qirêj wekîlan bi kar tînin û rola mexdûran dilîzin."

Îrewanî: Ez pêşniyar dikim bi edeb be

Nûnerê Daimî yê Îranê yê Neteweyên Yekbûyî Emîr Seîd Îrewanî li hemberî tohmetên Amerîkayê bersiveke kurt û tund da û got:

"Tenê gotineke min heye: Ez ji nûnerê Amerîkayê re pêşniyar dikim ku bi edeb (bi rêz) be.

Ev hem ji bo te û hem jî ji bo welatê ku tu nûnertiya wî dikî dê baştir be. Spas."

"Ez qîmet nadim gotinên wan"

Mike Waltz bersiva hişyariya "rêzgirtinê" da û binpêkariyên mafên mirovan ên li Îranê bi bîr xistin:

"Niyeta min tune ku ez bersiva kesekî bidim ku nûnertiya rejîmekê dike ku bi deh hezaran welatiyên xwe tenê ji ber ku wan azadî xwestiye kuştine û avêtine girtîgehan.

Birêz Serok, hûn dizanin îşev li cîhanê kî gazinan nake? Gelê Îranê. Ji ber ku ew li kolanan şahiyan dikin. Belkî, tenê belkî, ew dê di dawiyê de azad bibin."

Çîn û Rûsyayê şermezar kir

Çîn û Rûsyayê êriş wekî "binpêkirina serweriyê" pênase kirin û şermezar kirin.

Amerîka û Îsraîlê jî parast ku operasyon di çarçoveya "parastina rewa" û "rawestandina gefa nukleer" de bûye.

Civîn bêyî ku biryareke hevpar bê dayîn bi dawî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst