Amerîka: Di operasyona li dijî Îranê de 3 leşkerên me hatin kuştin

6 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka CENTCOM Leşker Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di êrişên Îranê de 3 leşkerên Amerîkayê hatine kuştin û 5 leşker jî bi giranî birîndar bûne.

CENTCOMê bi daxuyaniyeke nivîskî li ser rewşa dawî ya qada operasyonê agahî dan.

Di daxuyaniyê de hat gotin, di dema operasyonê de 3 leşkeran hatine kuştin û 5 leşker jî bi giranî birîndar bûn.

Hat zanîn ku di êrişên bi mûşek û dronan ên li baregehên Amerîkayê yên li herêmê de, gelek leşker ji ber parçeyên şarapnelê bi sivikî birîndar bûne.

Her wiha hat diyarkirin ku ev leşker piştî tedawiyê, vedigerin ser karê xwe.

Operasyon didome

CENTCOMê destnîşan kir ku rewş gelekî dînamîk e.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku operasyonên şer ên berfireh û bersivdana leşkerî ya li hemberî Îranê bê navber didomin.

Fermandariya di bin serkêşiya Brad Cooper de, ji bo parastina hebûna Amerîkayê ya li herêmê û têkbirina metirsiyan peyama "bibiryardariyê" da.

Dasname dê piştî 24 demjimêran bên eşkerekirin

Heta niha derbarê nasnameyên leşkerên mirî de ti hûrgilî nehatine dayîn.

CENTCOMê ragihand ku ji ber rêzgirtina li malbatan, dê navên leşkerên mirî 24 demjimêran piştî agahdarkirina xizmên wan, ji raya giştî re werin eşkerekirin.

Supaya Pasdaran a Îranê doh bi şev di daxuyaniyekê de îdia kiribû ku wan 14 baregehên Amerîkayê yên li herêmê kirine armanc û "bi sedan" leşkerên Amerîkayê kuştine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst