Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wan di operasyonên li dijî Îranê de 48 serkirdeyên wî welatî kuştine û operasyon didomin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro ji medyaya welatê xwe re axivî.
Trump got, "Me 48 serkirdeyên Îranê kuştin û kesî bawer nedikir ku em dê bi vî rengî bi ser bikevin."
Trump herwiha diyar kir, "Em dê operasyonê bidomînin."
Donald Trump da zanîn ku armanca şer, dûrxistina serkirdayetiya Komara Îslamî û têkbirina artêşa wê ye.
Îranê berê kuştina Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî piştrast kiribû.
"Em ji bo hemû cîhanê dikin"
Trump di hevpeyvîneke cuda ya li gel CNBCyê de got:
"Em karê xwe tenê ji bo xwe nakin, em ji bo hemû cîhanê dikin. Her tişt jî li pêşiya dema diyarkirî ye.
Niha her tişt bi awayekî gelekî erênî bi pêş ve diçin, awayekî gelekî erênî."
Daxuyanî beriya amaran hatin dayîn
Ev hevpeyvîn beriya ku artêşa Amerîkayê amarên qurbaniyan ragihîne hatibûn kirin.
Artêşa Amerîkayê ragihandibû ku 3 leşker mirine, 5 leşker bi giranî birîndar bûne û birîna çend kesên din jî sivik e.
Amerîka û Îsraîlê doh êrişî Îranê kiribû û Îranê jî bi mûşek û dronan bersiv dabû.
Herwiha Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku Amerîkayê keştiyeke şer a Îranê li Umanê bin av kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse