Marco Rubio: 12 roj mabûn ku Îran bombeya atomê çêbike

1 demjimêr berê
Nîşan Marco Rubio Îran Bombeya Atomê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku tenê 12-14 roj mabûn ku Îran bombeya atomê hilberîne.

Marco Rubio di hevpeyvîneke li gel kanala Fox Newsê de li ser rûdanên dawî yên operasyona li dijî Îranê nirxandin kirin ku 28ê Sibatê dest pê kiribû.

Marco Rubio ragihand ku di çarçoveya "Operasyona Xezeba Destanî" de beşeke mezin a şiyana leşkerî ya Îranê hatiye tunekirin.

Rubio diyar kir ku şer derbasî qonaxa dawî bûye û got, "Hêza Asmanî ya Îranê êdî nîne."

Rubio destnîşan kir ku Amerîka di her çar armancên stratejîk ên ku di destpêka şer de diyar kiribûn de "ji dema plankirî li pêştir e."

"Hêzên asmanî û deryayî hatin tunekirin"

Rubio li ser derbên ku li hêza leşkerî ya Îranê ketine hûrgilî dan û ev tişt gotin:

"Hêza Asmanî ya Îranê bi temamî ji ser nexşeyê hat nehiştin. Piraniya keştî û kelekên hêzên deryayî hatin tunekirin.

Her wiha beşeke gelekî mezin a paltformên avêtina mûşekan hatin bêbandorkirin.

Niha bala me ya sereke ew e ku em hemû kargehên Îranê yên hilberîna dron û mûşekan û depoyên wan ên cebilxaneyê bi temamî ji holê rakin."

Eraqçî bi "derewkirinê" tê tohmetbarkirin

Rubio di hevpeyvînê de Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî kir hedef û ew bi xapandina raya giştî ya cîhanê tohmetbar kir û got:

"Eraqçî bi temamî derewkar e. Hîn hefteyek berê li ser televîzyonê îdia dikir ku şiyana Îranê ya mûşekên dûravêj nîne.

Lê yekser piştî vê daxuyaniyê wan du mûşek avêtin baregeha me ya Diego Garciayê ya li Okyanusa Hindê.

Yek ji wan mûşekan ji ber pirsgirêkeke teknîk ket û ya din jî ji aliyê sîstemên me yên parastinê ve li asman hat tunekirin."

"Ji bo bombeya atomê 12 roj mabûn"

Rubio bal kişand ser bipêşketina bernameya nukleer a Tehranê û parast ku dema operasyonê jiyanî bû û anî zimên:

"Îranê uranyum ji sedî 60 dewlemend kiribû (meyandibû). Ji bo gihiştina asta ji sedî 90î ya ku ji bo çeka atomê pêwîst e, tenê 12-14 roj mabûn.

Serok Trump dê ti carî rê nede ku çeka atomê bikeve destê melayên radîkal."

"Xelkê Îranê ji ber birçîbûn û bêkariyê li kolanan e"

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê li ser alozîyên navxweyî û rûxîna aborî ya Îranê jî rawestiya û pêşengên rejîmê rexne kirin:

"Îran êdî bûye welatekî ku nikare ava vexwarinê jî ji xelkê xwe re dabîn bike.

Aboriya wan bi temamî rûxiyaye û piştî vê operasyonê ew dê bi tabloyeke gelekî girantir re rû bi rû bibin.

Xelkê Îranê ne tenê ji bo azadiyê derdikeve kolanan, bêkarî û bihabûna jiyanê gihiştiye asteke ku nayê tehemulkirin.

Çimkî rejîmê pereyê gel ji bo fînansekirina terorê û hilberîna mûşekan xerc kir."

"Em neçar bûn"

Rubio daxuyand ku “şer neçarî bû” û diyar kir ku pêvajoyên dan û standinan ên berê ji aliyê Îranê ve hatine bikaranîn.

Wî anî zimên ku dê ev operasyon wekî yekê ji operasyonên taktîk ên herî serkeftî û bibandor ên dîroka nûjen bikeve qeydan.

Rubio ev peyam da ku heta welatiyên Amerîkayê û nifşên paşerojê ji “gefa Îranê werin parastin” dê operasyon berdewam bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst