Marco Rubio: Em dê piştî şer pêwendiya bi NATOyê re binirxînin

1 demjimêr berê
Nîşan Marco Rubio NATO Amerîka Şerê Îranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku wan di şerê Amerîka- Îsraîl û Îranê de ew piştgiriya ku ji NATOyê hêvî dikir nedîtiye.

Rubio destnîşan kir ku piştî şer pêwîst e ew pêwendiya bi NATOyê re ji nû ve binirxînin.

Marco Rubio di hevpeyvînekê de li gel Fox Newsê, li ser wî şerî nirxandin kirin ku bi êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê dest pê kiribû.

"Madem wisa ye em çima di NATOyê de ne?"

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê rexne li wan hevpeymanên NATOyê girtin ku wan daxwaza Amerîkayê red kir û piştgirî neşand Tengava Hurmizê yan jî rê neda bikaranîna baregehan û anî zimên:

"Em ji wan naxwazin ku êrişên asmanî bikin. Dema ku pêwîstiya me bi bikaranîna baregehên wan ên leşkerî heye, bersiv 'Nexêr' e. Naxwe em çima di NATOyê de ne?"

Rubio diyar kir, ji dema ku ew senator bûye û bi vir ve wî NATO "bi tundî parastiye" lê ev Hevpeymanî "her ku diçe dibe pêwendiyeke yekalî."

“Pêwîst e em ji nû ve binirxînin”

Rubio got ku biryara dawî ya li ser NATOyê di destê Serokê Amerîkayê Donald Trump de ye û li pey çû:

"Piştî vî şerî pêwîst e em vê pêwendiyê ji nû ve binirxînin. Pêwîst e em giringiya NATOyê û vê Hevpeymaniyê ji bo welatê xwe ji nû ve binirxînin."

Marco Rubio li ser planên derbarê Îranê diyar kir ku ew "xeta dawiyê dibînin" û got, "Ne îro yan sibe ye lê nêzîk dibe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst