Paşeroja NATOyê û nîqaşên li Amerîkayê: Yekîtiya Ewropayê daxuyanî da

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Yekîtiya Ewropayê NATO Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê li ser daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên ku gotibû ew "cidî li ser derketina ji NATOyê difikire", tekez kir ku ew pêbendî Peymana Transatlantîk in.

Berdevka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Anitta Hipperê di civîna çapemeniyê ya rojane de daxuyaniyên Trump ên li ser NATOyê nirxandin.

Hipperê diyar kir ku ew rasterast bi navê NATOyê naaxive lê ji bo ewlehî û parastina herêmê bi navê Yekîtiya Ewropayê diaxive û got:

"Eşkere ye ku em pêbendî pêwendiyeke bihêz a Transatlantîk in ku ji bo ewlehiya me gelekî girîng e.

Em bi biryar in ku veberhênanê di ewlehî û parastina xwe de bikin."

"NATO xwedî girîngiyeke sereke ye"

Berdevka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê destnîşan kir ku ewlehî bi hevkariyê pêkan e û anî ziman:

"Em bi hev re her tim bihêztir in û ji bo vê yekê jî NATO xwedî girîngiyeke sereke ye."

Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvîneke xwe ya bi rojnameya The Telegraphê ya Brîtanyayê re îhtimala vekişîna Amerîkayê ya ji NATOyê nirxandibû.

Trump diyar kiribû ku ev îhtimal "ji nirxandinê jî wêdetir e" û bi van gotinan êrişî NATOyê kiribû:

"Min her tim dizanibû ku ew (NATO) pilingên kaxezî ne, di vê navberê de Putin jî vê yekê dizane."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst