RAPOR - Amerîkayê li Îranê 16 dronên xwe ji dest dan

36 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Dron Îran Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rayedarên Amerîkayê ragihand ku li nêzîkî bajarê Îsfehanê yê Îranê 2 dronên pêşketî yên cureyê MQ-9 Reaperê ji dest dane.

Bi vê pêşhata dawî re, hejmara dronên Reaperê yên ku Amerîkayê ji destpêka şer ve li Îranê ji dest dane derket 16an.

Li gorî nûçeya televîzyona CBSyê ya Amerîkayê ew her du dron dema ku li herêmên navxwe yên Îranê karê îstixbarat û keşfê dikirin ketine.

Li aliyê din, medyaya Îranê li ser zarê Supaya Pasdaran ragihand ku dron li asmanê Îsfehanê ji aliyê pergala parastina asmanî ya xwemalî û kurtemenzîl a bi navê Mecîd ve hatine armancgirtin û xistin.

Li gorî raporê, kêmasiya herî mezin a Reaperan ku wekî "Nêçîrvan-Kujer" jî tên naskirin ew e ku hêdî difirin.

Berovajî balafirên şer ku leza wan di demjimêrekê de digihêje 1.900 heta 3 hezar kîlometreyan, ev dron herî zêde bi leza 482 kîlometreyan difirin.

Ev yek jî wan dike armanceke hêsan ji bo pergalên parastina asmanî yên modern.

Reaperên ku stûna sereke ya fîloya dronên Amerîkayê ne, dikarin 27 demjimêran li asman bimînin.

Her wiha ev dron dikarin 16 mûşekên "Hellfire" yan jî bombeyên zîrek ên "Paveway" hilgirin.

Pentagon di bin zexteke giran de ye

Ji ber ku her droneke wisa li gorî modela wê nêzîkî 30 milyon dolarî ye, jidestdana 16 dronan di nav mehekê de fatureyeke 480 milyon dolarî derxist pêşiya artêşa Amerîkayê.

Ev windahî li gorî stoka Amerîkayê ya ku ji 280-300 dronên MQ-9 Reaperê pêk tê, tê wateya ji sedî 6ê dronên wan.

Ev tabloya ku derketiye holê Pentagonê neçar dike ku stratejiya xwe ya li ser bikaranîna van dronên biha û bêparastin ji nû ve binirxîne.

Ji 28ê Sibatê ve ku operasyonên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê dest pê kirine, îdareya Washingtonê ji bo komkirina îstixbarata kêlî bi kêlî, rojane zêdetirî 10 dronên Reaperê dişîne qada asmanî ya Îranê.

Her çend Serokê Amerîkayê Donald Trump û Wezîrê Şer Pete Hegseth gelek caran bibêjin ku pergalên parastina asmanî yên Tehranê "bêbandor kirine" jî, hebûna pergalên wekî "Mecîd" nîşan dide ku Îranê hîn şiyana parastina saziyên xwe yên krîtîk parastiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst