Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ji ber ku Îtalya û Spanya li dijî şerê li Îranê ne, dibe ku ew hêzên Amerîkayê ji wan her du welatên Ewropayê vekişîne.
Ev daxuyanî rojekê piştî ku wî pêşniyareke wekhev ji bo kêmkirina hêzên Amerîkayê yên li Almanyayê pêşkêş kiribû hat.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li Ofîsa Oval a ku cihê xebata wî ye, pirsên rojnamegeran bersivandin.
Dema ku rojnamegeran pirs li ser wê yekê ji Trump kir ka ew li ser kêmkirina hejmara hêzên Amerîkayê yên li Spanya û Îtalyayê jî difikire yan na, wî di bersivê de got:
"Belê, dibe ku ez wî karî bikim.
Çima ez nekim? Îtalyayê alîkariya me nekir û Spanya jî gelekî xerab bû, bi temamî xerab bû."
Trump roja çarşemê ragihandibû ku Washington "mijûlî lêkolîn û pêdaçûna li ser îhtimala kêmkirina" hêzên Amerîkayê yên li Almanyayê ye û got ku ew dê di "demeke kurt de" li ser vê mijarê biryarê bide.
Hejmara leşkerên Amerîkayê yên li Ewropayê
Heta 31ê Kanûna Pêşîn a 2025an, hejmara leşkerên çalak ên Amerîkayê li Îtalyayê 12 hezar û 662 û li Spanyayê 3 hezar û 814 bûye.
Her wiha li Almanyayê jî 36 hezar û 436 leşkerên wan hebûne.
Serokê Amerîkayê bi tundî rexne li welatên hevpeymanên NATOyê girtin ji ber ku wan di êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê de alîkarî nekiriye.
Her wiha wî destnîşan kir ku wan ji bo vekirina Tengava Hurmizê ya ji bo çûn û hatina keştiyên petrolê jî alîkarî nekiriye.
"Melonî ne wêrek e"
Trump destpêka mehê di êrişeke çaverênekirî de li ser hevpeymanê xwe yê berê, ji rojnameya Corriere della Serayê ya Îtalyayê re ragihand ku Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni di mijara Îranê de "wêrekiya" wê nîne.
Hefteya borî jî raporek hatibû belavkirin ku tê de hatibû gotin Amerîka li ser rawestandina endamtiya Spanyayê ya di NATOyê de difikire.
Sedema vê yekê jî redkirina piştgiriya operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê ye.
Li aliyê din, Trump ji ber ku xerciyên xwe yên leşkerî zêde nekirine bi tundî rexne li Madrîdê girtine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse