Çeka nû ya Japonyayê: Drona ji kartonê ya ku radaran dixapîne

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Japonya Dron Karton Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dema ku qala dronan tê kirin, tiştekî hesinî û teknolojiyeke kompleks tê hişê mirovan lê niha Wezareta Parastinê ya Japonyayê mijûlî ceribandina cureyekî din ê dronan e ku ji kartonê hatiye çêkirin.

Navê vê dronê Corvo PPDS e û şirketeke Awistralyayî wê hildiberîne.

Vê dronê cara ewil di şerê Ukrayna û Rûsyayê de nav û deng veda.

Ukrayniyan ev dron wekî çekeke kujer li dijî Rûsyayê bi serkeftî bi kar anî.

Çima drona kartonî girîng e?

Ev dron xwedî çend taybetmendiyan e:

Gelekî erzan e: Her dronek tenê çend hezar dolar in ku ji bo çekekî leşkerî gelekî erzan e.

Radar wê nabînin: Ji ber ku ji kartonê hatiye çêkirin û ne ji metal e, radar bi zehmetî dikarin wê bibînin û eşkere bikin. Loma bi hêsanî digihêje armanca xwe.

Veguhastina wê hêsan e: Leşker dikarin bi hêsanî di nav çenteyan de hilgirin û di nava çend xulekan de parçeyên wê bigihînin hev û bifirînin.

Av zererê nadê: Rast e ku ji kartonê ye lê bi madeyeke taybet a li dijî avê hatiye pêçan. Ev yek wiha dike ku di bin baran û berfê de jî xira nebe.

Japonya çima vê dronê dixwaze?

Artêşa Japonyayê dikare ji bo du armancan bi kar bîne:

1- Karê veguhastinê: Ji bo gihandina derman, cebilxane û xwarinê ji bo wan leşkerên ku li eniyên pêş ên şer in yan jî li cihên zehmet in.

2- Wekî çek: Dikare cebilxane lê were barkirin û wekî drona bombebarkirî xwe li armancên dijmin bide.

Japonya dixwaze bi pereyekî kêm, artêşa xwe bi çekeke gelekî sade lê bi bandor çekdar bike.

Ev dron dikare bêyî ku were eşkerekirin, derbên giran li dijmin bixe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst