Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Teksasê ya Amerîkayê balafireke biçûk ket û 5 kesên di balafirê de mirin.
Birêvebiriya Federal a Hewavaniyê ya Amerîkayê (FAA) li ser vê mijarê daxuyaniyek da.
FAAyê ragihand ku balafira cureyê "Cessna 421C" demjimêr 23:25an (bi dema herêmî) ketiye.
Agahiyên li ser qezayê
Dadwerê herêma Haysê ya Teksasê Ruben Becerra li ser hesabê xwe yê medyaya civakî hûrgiliyên qezayê parve kir.
Becerra diyar kir ku balafira biçûk li bajarê Wimberleyê ketiye ku nêzîkî 64 kîlometreyan li başûrrojavayê bajarê Austinê ye.
Becerra daxuyand ku li gorî destnîşankirinên destpêkê balafir di dema qezayê de bi lezeke zêde diçû.
Dadwerê Amerîkayî navên her 5 kesên ku di qezayê de mirine eşkere nekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse