Hewlêr (Rûdaw) - Li Londonê ya paytexta Brîtanyayê, bi armanca xurtkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de "Komeleya Kurdistanê" hat ragihandin.
Merasîma ragihandina komeleyê 28ê Nîsana 2026an hat kirin.
Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Brîtanyayê Karwan Cemal Tahir û hinek dîplomat, akademîsyen, veberhêner û endamên diyasporaya Kurdan beşdarî merasîmê bûn.
Birêvebira Komeleya Kurdistanê Laura Robertê di axaftina xwe de armanca komeleyê eşkere kir û ragihand:
"Komeleya Kurdistanê destpêşxeriyek e (înîsiyatîv) ku navenda wê li Londonê.
Ev komele ji bo xurtkirina pêwendiyên dîrokî û stratejîk ên di navbera Keyaniya Yekbûyî û Herêma Kurdistana Îraqê de dixebite."
"Platformeke ji bo diyalogê"
Laura Robertê got ku komele wekî platformeke ji bo diyalog, pevguhertina bîr û rayan û hevahengiyê ye.
Wê diyar kir ku komele beşên bazirganî, akademî û rewşenbîriyê li hev kom dike da ku "têgihîştina navneteweyî ya li ser rola girîng a Herêma Kurdistanê ya li Rojhilata Navîn kûrtir bike."
Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve Sefîn Dizeyî jî di axaftina xwe de damezirandina komeleyê wekî gaveke girîng bi nav kir û got:
"Ev ji bo gihandina warên çandî, akademîk û aborî ya di navbera Kurdistan û Brîtanyayê de platformeke zindî ye."
Xurtkirina pira dîrokî
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Brîtanyayê Karwan Cemal Tahir di merasîmê de ragihand ku damezirandina vê komeleyê "ne destpêkirina rûpeleke nû ye, ew xurtkirina pira dîrokî ya di navbera her du aliyan de ye."
Karwan Cemal Tahir stratejiya nûneratiyê ya ji bo bipêşketina pêwendiyan di çar warên sereke de (bazirganî, perwerde, çand û ewlehî) ragihand û xwe lê berda:
"Pêwendiya me li ser bingeha nirxên hevpar hatiye avakirin.
Ji hewlên me yên hevpar ên ji bo ewlehiya herêmê heta pevguhertina perwerdeyê, Brîtanya di karwanê me yê ber bi aramî û kamîraniyê de hevparê me yê dilsoz bûye."
Komeleya Kurdistanê destpêşxeriyeke serbixwe ye û wekî pirekê di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê de kar dike da ku hevahengiya di beşên cuda de teşwîq bike û ji bo kar û barên Kurdistanê têgihîştineke kûrtir bi pêş bixe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse