Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew bi wê pêşniyara nû ya Îranê ne razî ku ji bo bidawîkirina şerê du mehî yê li gel Amerîka û Îsraîlê pêşkêş kiriye.
Trump li Koşka Spî ji rojnamegeran re got, "Îran dixwaze peymanê bike lê ez ne razî me. Îran dixwaze peymanê bike çimkî ti hêza wê ya leşkerî nemaye."
Pêşniyarên Îranê
Trump li ser sedema nerazîbûna xwe ya li hemberî pêşniyara dawî ya Îranê got:
"Ew daxwaza hinek tiştan dikin ku ez nikarim bi wan razî bibim."
Berpirsên Pakistanê yên li Îslamabadê yên ku navbeynkariya dan û standinên aştiyê yên di navbera Amerîka û Îranê de dikin, îro ji MS NOWa Amerîkayê re ragihand ku Îranê ji bo bidawîkirina şer pêşniyareke nû daye wan û wan jî radestî berpirsên Amerîkayê kir.
Nakokiyên navxweyî yên Îranê
Trump di axaftina xwe de amaje pê kir ku Îranê di dan û standinên xwe yên li gel Amerîkayê de "gavên baş avêtin" lê got:
"Ez ne piştrast im ku ew dê ti carî bigihin wê derê (mebesta wî gihîştina peymanê ye)."
Serokê Amerîkayê qal kir ku di navbera serkirdeyên Îranê de "nakokiyeke mezin" heye û ew pê bawer e ku vê yekê pêvajoyê aloz kiriye.
Trump li ser serkirdayetiya Îranê got, "Pirsgirêka wan a mezin heye ku li gel hev li hev bikin.
Li Îranê serkirdayetî gelekî ji hev ketiye û ji du-sê koman pêk tê, belkî çar bin jî, bi giştî serkirdayetî gelekî belav e.
Tevî van hemûyan jî ew hemû dixwazin peymanê bikin lê rewşa wan gelekî tevlîhev e."
Li gorî gotina Trump, tewra “kevneşopxwazên serhişk ên Îranê” jî amade ne li gel îdareya wî li hev bikin lê "her koma wan tiştekî dibêje."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse