کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Koşka Spî / Wêne: Douglas Rissing / Getty Images

Koşka Spî / Wêne: Douglas Rissing / Getty Images

Cîhan

Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’

Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

01-05-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

01-05-2026

Nûçeyên Têkildar

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir
Cîhan18-11-2026

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir
Cîhan18-11-2026

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev
Cîhan18-11-2026

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev

Hewlêr (Rûdaw) - Îdareya Serokê Amerîkayê Donald Trump bi awayekî fermî ji Kongreya Amerîkayê re ragihand ku şerê li gel Îranê "bi dawî bûye."

Koşka Spî di nameya ku ji Kongreyê re şandiye de diyar kir ku dijminatiya li gel Îranê "bi dawî bûye" û destnîşan kir ku ji bo vê rewşê pêdivî bi desthilateke nû ya şer nîne.

Di nameyê de vê nirxandina Trump cih girt: "Tevî serkeftina operasyonên Amerîkayê yên li dijî rejîma Îranê û hewlên ji bo dabînkirina aştiyeke mayînde, gefa Îranê ya ji bo Amerîka û hêzên me yên çekdar wekî xaleke girîng didome."

Nîqaşên li ser destûrê

Nameya ku di roja dawî ya dema du mehî ya ji bo pêkanîna biryara şer a bêpejirandin de pêşkêşî Kongreyê hat kirin, amaje bi wê yekê jî kir ku dibe ku şer hîn ji xaleke dawî dûr be.

Ev name di medyaya Amerîkayê de wekî hewleke Trump a ji bo pûçkirina nîqaşên li ser guncavbûna destûrî ya şerê ku beriya du mehan bêyî destûra Kongreyê li dijî Îranê dabû destpêkirin hat nirxandin.

Nameya Koşka Spî di demekê de ji Kongreyê re hat şandin ku keştiyên şer ên Amerîkayê û bi hezaran leşkerên Amerîkayê ji bo fermana êrişeke nû ya li ser Îranê li Rojhilata Navîn di nav nezelaliyê de li benda ne.

Trump îro berî ku ji Koşka Spî ber bi Floridayê ve bi rê bikeve li ser dan û standinên bi Îranê re got:

"Dan û standinên Îranê niha naçin wê xala ku tê xwestin" û nerazîbûna xwe anî zimên.

Desthilata şer a 60 rojî

Trump li ser sînordarkirina yasayî ya 60 rojî ya ji bo şerê ku hikûmetê bêyî pejirandinê daye destpêkirin nêrîna xwe diyar kir.

Trump parast ku ji ber agirbesta bi Îranê re ew dem rawestiyaye û got:

"Bi dîtina min ew mijara desthilatê ya ku aliyê din daxwaz dike, ne pêkanîneke li gorî destûrê ye."

Wezîrê Parastinê Pete Hegseth doh di Komîteya Hêzên Çekdar a Senatoya Amerîkayê de pirsên li ser budceya 2027an a Pentagonê bersivandin.

Hegseth li ser dema 60 rojî ya ku 2yê Adarê dest pê kiribû parast ku biryara dawî ya li ser wê yekê “ka dê şer kengî bi dawî bibe û dê kengî desthilat ji Kongreyê were standin” a Koşka Spî ye.

Li Amerîkayê li gorî "Biryara Desthilatên Şer" a sala 1973yan, divê îdare di nava 48 saetan de piştî şandina hêzan yan jî êrişan bi Kongreyê bişêwire.

Her wiha heta ku yasadanîn destûra domandina operasyonan nede, divê hêz di nava 60 rojî de werin vekişandin.

Li gorî heman biryarê, hikûmeta Amerîkayê dikare ji bo alîkariya vekişîna hêzên leşkerî vê demê 30 rojî din dirêj bike.

Pirsên