Hewlêr (Rûdaw) – Serokê şanda parlamenterên Rûsyayê Kzbek Taîsev, piştî ku ji welatê Koreya Bakûr vegeriya, ji medyaya Rûsyayê re ragihan: “Li Koreya Bakûr têgihiştinek heye, ku bêyî Rûsyayê krîza Koreyê çareser nabe.
Şandeke parlamenterên Rûsyayê serdana Koreya Bakûr kirin û piştî vegeriyanê serokê şandê Kzbek Taîsev ji çapemeniyê re got: “Ez dikarim bêjim, ku gelê Koreya Bakûr, bi hezkirineke pir mezin nêzîkî welatê me dibe. Herwiha li wê derê têgihiştinek heye, ku bêyî Rûsyayê ew krîza cidî nayê çareserkirin. Eger li cîhanê welatek hebe ku ji bo Koreyê cîhî baweriyê be, ew jî welatê me ye.”
Li ser ceribandina mûşeka balîstîkî ya ku Koreya Bakûr 28ê Mijadrê de firandibû, serokê şanda parlamenterên Rûsyayê diyar kir, ku ew di vê mijarê de bi temamî piştgirya daxuyaniya Wezareta Derve ya Rûsyayê dike.
Kzbek Taîsev da zanînin, wan li gel rêveberiya Koreya Bakûr diyalogeke gelek vekirî kiriye û gelek mijar hatinê gotûbêjkirin lê ew gotûbêj di çarçovêya daxuyaniyên Sergey Lavrov de hatin kirin.
Di berdewama daxuyaniya xwe de Taîsev diyar kir, ku ew piştgirya helwesta Seroka Parlamantoya Rûsyayê Valentina Matvienko dike, ku gotibû: “Bi rêyên sizayan krîza Koreya Bakûr nayê çareserkirin û pêwîste Rûsya însîyatîfê bigre destê xwe û di vê mijarê de dest bi gotûbêjên cidî bike.”
Balyozxanêya Rûsyayê li Pyongyanga paytexta Koreya Bakûr ragihandibû, ku şanda parlamenterên Rûsyayê li gel parlamenterên Koreya Bakûr, Cîgirê Wezîrê Derve yê vî welatî û hejmareke berpirsên din re hevdîtin pêk anîne.
(N.S)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse