Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump got, Serokwezîrê Brîtanyayê "gelekî di ber xwe de da" heta ku rê da Amerîkayê da ku baregeha asmanî ya Diego Garciayê bi kar bîne.
Donald Trump her wiha anî zimên, wan texmîn dikir ku kuştina serkirdeyên Îranê dê çar hefteyan biajo lê wan di rojekê de ew kar kirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji medyaya Brîtanyayê re ragihand ku ew ji Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer "gelekî bêhêvî ye" ji ber ku wî rê nedaye girava Diego Garciayê ji bo êrişkirina ser Îranê bi kar bînin.
Diego Garciaya ku di bin desthilata Brîtanyayê de ye, sê hezar û 800 kîlometreyan ji peravên başûrê Îranê dûr e.
Ev yek dike ku ew li derveyî menzîla mûşekên balîstîk ên Îranê be lê di nav menzîla piraniya balafirên Amerîkayê de be.
Serokê Amerîkayê got, redkirina destpêkê ya serokwezîr a ji bo ku hêzên Amerîkayê wê baregehê bi kar bînin, ji her tiştê ku "berê di navbera welatên me de qewimiye" cuda bû.
Brîtanyayê bi hinceta yasaya navneteweyî destûr nedabû Amerîkayê ku ji bo êrişê wê baregehê bi kar bîne.
Keir Starmer şeva yekşemê ji biryara xwe vegeriya û ragihand, ew dê rê bidin Amerîkayê ku ji bo "armancên parastinê yên diyarkirî û sînordar" sûdê ji Diego Garciayê werbigire.
Trump her wiha amaje pê kir ku Starmer "demeke gelekî zêde di ber xwe da" heta ku nêrîna xwe guherand û got, "Wisa dixuye ku berê tiştekî wiha di navbera welatên me de çênebûye, diyar e ku dilgiraniya wî ji aliyê yasayî ve bû."
Trump her wiha got, serkirdeyên demkî yên Îranê niha bi kelecan daxwaza rêkeftinekê dikin û got:
"Me ji bo jinavbirina serkirdeyan texmîna çar hefteyan dikir lê me di rojekê de ew hemû jinav birin. Ew gelekî bi xirabî dixwazin li hev bikin. Min got divabû we hefteyek berê wisa bikira."
Ev gotinên Trump di demekê de ne ku ev şer 28ê Sibatê bi êrişên dijwar ên Îsraîl û Amerîkayê yên li ser Îranê dest pê kir û Tehranê bi mûşek û dronan bersiv da êrişan.
Donald Trump ragihand ku di êrişan de 48 serkirdeyên Îranê kuştine ku yê herî diyar di nav wan de Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî ye ku di yek ji pêlên yekem ên êrişên li ser Tehranê de hatibû armanckirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse