Trump: Me hîn derba xwe ya bihêz li Îranê nedaye

6 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew dê operasyonên xwe yên leşkerî yên li dijî Îranê zêdetir bikin û got, “Me hîn derba xwe ya bihêz li Îranê nedaye.”

Donald Trump bi rêya telefonê beşdarî weşana CNNyê bû û li ser operasyonan axivî.

Trump diyar kir ku hêzên Amerîkayê "Îranê têk dibin" û hişyarî da ku "êrişeke mezintir bi rê ve ye."

Serokê Amerîkayê li ser rewşa şer wiha got:

"Bi baweriya min gelekî baş bi rê ve diçe. Gelekî xurt e. Artêşa herî baş a cîhanê ya me ye û em wê bi kar tînin."

Trump destnîşan kir ku hîn êrişên herî mezin pêk nehatine û got:

"Pêla mezin hîn çênebûye. Derbeya mezin dê di demeke nêzîk de pêk were."

Trump da zanîn ku dibe ku şer nêzîkî 4 hefteyan biajo û diyar kir ku ew "hinekî li pêşiya plana xwe ya demê ne."

Her wiha Trump anî zimên ku ew naxwaze şer "gelekî dirêj" bike.

Trump bangî sivîlan jî kir ku li malên xwe bimînin û got, "Derve ne ewle ye."

Helwesta welatên Kendavê

Trump êrişên Îranê yên li ser çend welatên Ereban wekî "surprîza herî mezin" bi nav kir.

Wî ragihand ku serkirdeyên herêmê di destpêkê de xwestibû ew bi awayekî sînordar beşdarî êrişên li ser Îranê bibin.

Bi gotina Trump piştî ku Îranê bi mûşekan êrişî otêl û avahiyên niştecihbûnê yên li welatên Kendavê kir, niha ew gelekî hêrs bûne.

"Em nizanin kî welêt bi rê ve dibe"

Trump li ser windahiyên serkirdayetiya Îranê îdia kir ku di êrişên Amerîkayê de 49 kesayetiyên payebilind hatine kuştin.

Trump got, "Êrişeke sosret bû. Em niha nizanin kî welêt bi rê ve dibe. Ew bi xwe jî nizanin kî wan bi rê ve dibe."

Serokê Amerîkayê qala wê yekê kir ku hewldanên dîplomatîk têk çûne çimkî Tehran "ne amade bû tiştên ku me xwestibûn bide me."

Wî diyar kir ku ev yek bi taybetî li ser pirsgirêka meyandina uranyumê bûye.

Trump got, "Me nekarî bi van kesan re li hev bikin."

Rêya ber bi bombeyê ve

Donald Trump ev operasyonên xwe yên niha bi gavên xwe yên berê ve girê dan.

Wî êrişa bi dronan a sala 2020an a ku tê de Qasim Silêmanî hatibû kuştin bi bîr anî û ew wekî "gaveke mezin" nirxand.

Her wiha Trump rexne li peymana Atomê ya sala 2015an girt ku di serdema Barack Obama de hatibû îmzekirin.

Trump ew peyman wekî "rêya ber bi bombeyê ve" bi nav kir.

Trump derbarê paşeroja serkirdayetiya Îranê de jî wiha axivî:

"Em nizanin serkirdayetî kî ye. Em nizanin dê kê hilbijêrin.

Dibe ku bextê wan lê bide û kesekî wisa destnîşan bikin ku zane çi dike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst