Çînê bangî Îsraîl û Amerîkayê kir: Erişên li ser Îranê rawestînin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Çîn Îran Îsraîl Amerîka Wang Yi
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yi bangî Amerîka û Îsraîlê kir ku bi lez êrişên xwe yên li ser Îranê rawestînin.

Wang Yi her wiha eşkere kir ku divê canê welatiyên Çînî yên li Îranê parastî be.

Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yi û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî bi telefonê axivîn.

Wang Yi û Ebas Eraqçî rûdanên dawî yên herêmê gotûbêj kir.

Ebas Eraqçî, Wang Yi ji rewşa dawî ya herêmê agahdar kir û ragihand, di demekê de ku dan û standinên navbera Washington û Tehranê berdewam dikirin, Amerîkayê "şerê duyem" li dijî Îranê dest pê kiriye.

Wang Yi her wiha got, "Ev pêngava Amerîkayê binpêkirina hemû yasayên navneteweyî ye û derbaskirina hemû xetên sor ên Îranê ye, loma ti bijardeyeke din li pêşiya Îranê nemaye ji bilî wê yekê ku bi hemû hêza xwe parastina xwe bike."

"Em piştgiriya serweriya Îranê dikin"

Wezîrê Karên Derve yê Çînê teqezî li helwesta welatê xwe kir û got, "Çîn piştgiriya serwerî, ewlehî û rûmeta neteweyî ya Îranê dike."

Wang Yi her wiha daxwaz ji Amerîka û Îsraîlê kir ku bi lez operasyonên xwe yên leşkerî rawestînin da ku rê li ber belavbûna zêdetir a aloziyan û belavbûna şer li tevahiya herêma Rojhilata Navîn bê girtin.

Şer roja 28ê sibatê bi êrişa Îsraîl û Amerîkayê ya li ser Îranê dest pê kir û pişt re wê jî bi mûşek û dronan bersiv da.

Trump diyar kir ku wan 48 serkirdeyên Îranî kuştine ku yê herî diyar Rêberê Îranê Elî Xaminêyî ye.

Wezîrê Karên Derve yê Çînê eşkere kir ku baweriya wî bi Îranê heye ku Tehran di vê rewşa zehmet de karibe aramiya civakî û navxweyî biparêze, di heman demê de xwest ku Îran canê welatî û dezgehên Çînî yên li navxweyî welêt biparêze.

Eraqçî soz da ku Tehran dê hemû hewlan bide da ku ewlehiya karmend û dezgehên Çînî dabîn bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst