Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku bi operasyona bi navê "Xezeba Destanî" şiyana leşkerî ya Îranê heta radeyeke mezin nemaye û gefa xwar ku em dê Îranê vegerînin “Serdema Kevirîn.”
Donald Trump di axaftina xwe ya "Banga li Neteweyê" ya li Koşka Spî de, li ser rewşa operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê û paşeroja herêmê daxuyaniyên krîtîk dan û got:
"Em dê di nav 2-3 hefteyên pêşiya me de derbeke pir tund li wan bixin û em dê wan vegerînin cihê ku lê ne, yanî Serdema Kevirîn."
Trump Îran wekî "sponsora yekem a terorê ya cîhanê" bi nav kir û diyar kir ku Amerîka nêzîkî armancên xwe yên stratejîk bûye û Rojhilata Navîn êdî herêmeke azadtir e.
“Şiyana leşkerî ya Îranê hat rûxandin”
Trump encamên operasyona ku nêzîkî mehekê ye didome û wekî "Xezeba Destanî" tê binavkirin parve kirin û diyar kir ku artêşa Îranê derbeke giran xwariye û wiha axivî:
"Heta vê êvarê hêzên deryayî yên Îranê hatin tunekirin, hêzên wan ên asmanî wêran bûne.
Zincîra fermandariyê û kontrolê ya Supaya Pasdaran bi temamî rûxiyaye. Platformên avêtina mûşek û dronan hatine tunekirin, di destê wan de gelek kêm mûşek mane."
Trump her wiha eşkere kir ku wan di çarçoveya operasyonê de bi balafirên bombebaranê yên B2 êrişî tesîsên nukleer ên Îranê kiriye û biland:
"Me hemû tesîsên nukleerê bi erdê re kirin yek. Êdî metirsiya ku Îran bibe xwedî çeka nukleer bi dawî bûye."
“Pêdiviya me bi petrola Rojhilata Navîn nîne”
Serokê Amerîkayê bal kişand ser serbixwebûna welatê xwe ya di warê enerjiyê de û got ku welatê wî êdî ne hewcedarê petrola Rojhilata Navîn e.
Trump bi bîr anî ku Amerîka ji Rûsya û Erebistana Siûdî zêdetir petrolê hildiberîne û wiha li pey çû:
"Êdî pêdiviya me bi wê petrolê nîne ku di Tengava Hurmizê re derbas dibe.
Piştî operasyona li Venezuelayê, hilberîna me ya enerjiyê em bi temamî serbixwe kirin.
Ew welatên ku di Tengava Hurmizê re petrolê dikirin, divê êdî bi xwe wê derbasgehê biparêzin.
Em ji bo alîkariya hevalbendên xwe li wir in, ne ji bo petrolê."
Hişyariya "Serdema Kevirîn" ya ji bo Tehranê
Trump di axaftina xwe de spasiya Îsraîl, Erebistana Siûdî, Qeter, Îmarat, Kuweyt û Behreynê kir û daxuyand ku ew dê ti carî rê nedin zerer bigihe van welatan.
Serokê Amerîkayê peyamên xwe yên tund ên ji bo rejîma Îranê domandin û got:
"Em ne li pey guherîna rejîmê ne lê wekî hûn dibînin piraniya serkirdeyên wan êdî ne sax in.
Heger di hefteyên bê de peymanek çênebe, em dê hemû santralên elektrîkê yên Îranê hildiweşînin. Em dê wan vegerînin Serdema Kevirîn."
Trump her wiha bi bîr anî ku di operasyonan de 13 leşkerên Amerîkayê mirine.
Wî her wiha behsa zextên rejîma Îranê yên li ser gelê xwe kir û anî zimên ku "vê rejîmê heta niha 45 hezar welatiyên xwe qetil kirine."
Peymana nukleerê û Qasim Silêmanî
Trump peymana nukleerê ya serdema Serokê berê Obama wekî "karesat"ê bi nav kir û got ku wan di serdema xwe ya ewil de bi kuştina Qasim Silêmanî gefeke mezin ji holê rakiriye û got:
"Heger ew sax bûya, me dê vê êvarê behsa senaryoyeke gelekî cuda bikira."
Donald Trump di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo ku ew dixwazin derfetekê bidin gelê Îranê, niha tesîsên petrolê nakin hedef lê li gorî helwesta Tehranê hemû vebijêrk li ser maseyê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse