Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Çînê di daxuyaniyeke taybet a ji bo Rûdawê de ragihand ku ew piştgiriya tam didin hewlên navbeynkariyê yên Pakistanê yên ji bo rawestandina şerê Îran û Amerîkayê.
Wezareta Karên Derve ya Çînê pirsên me bersivandin û diyar kir ku ew li bendê ne Pakistan di kêmkirina alozî û destpêkirina dan û standinan de "roleke bêhempa" bilîze.
"Roleke bêhempa" ya Pakistanê
Wezaretê di daxuyaniya xwe de wiha ragihand:
"Hewlên navbeynkariyê yên Pakistanê li gel berjewendiyên hevbeş ên hemû aliyan in.
Çîn amade ye ku ji bo derbaskirina astengan û rawestandina bilez a şer li gel Pakistanê bixebite."
Ji ber şerê ku 28ê Sibatê dest pê kiriye û girtina Tengava Hurmizê, bihayê petrolê ji 72 dolaran derket heta bi 120 dolarî û bermîla petrola brent niha bi 107 dolaran e.
Krîza petrolê û mercên aliyan
Amerîka ji bo rawestandina êrişan vekirina tengavê wekî mercekî pêşîn datîne.
Li hêla din, Îran destnîşan dike ku heta rawestandina êrişan û vegerandina zererên wê garantî nebe ew rûnane ser maseya dan û standinan.
Krîza li Kendavê bandoreke giran li aboriya cîhanê kiriye û Çîn hewl dide bi rêyên dîplomatîk rê li ber karesateke mezintir bigire.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse