Gelo Trump dikare Amerîkayê ji NATOyê derxe?

13 demjimêr berê
Nîşan NATO Trump Vekişîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ber şerê Îranê li dijî hevalbendên xwe yên NATOyê derket.

Vê yekê careke din nîqaşên li ser egera vekişîna Washingtonê ya ji hevpeymaniyê zindî kirin.

Lê belê hîn ne zelal e ku ev senaryo çi qasî pêkan e.

Trump hevalbendên xwe yên NATOyê rexne kirin ku di şerê Îranê de piştgiriyê nadin Amerîkayê.

Ew heta wê astê çû ku got dibe Amerîka ji vê hevpeymaniya leşkerî derkeve. Ev daxuyanî li paytextên Ewropayê bi fikar hatin pêşwazîkirin.

Sedema sereke ya vê aloziyê ew e ku hinek welatên Ewropayê destûr neda balafirên şer ên Amerîkayê baregehên wan ji bo êrişên li ser Îranê bi kar bînin.

Her wiha wan welatan red kir ku beşdarî operasyonên ji bo ewlehiya Tengava Hurmizê bibin.

Li gorî nûçeya Bloombergê, ji aliyê hiqûqî ve gelekî zehmet e ku Trump bi awayekî yekalî Amerîkayê ji NATOyê derxe.

Lê belê tenê hebûna van nîqaşan gumanan li ser baweriya bi hevpeymaniyê zêde dike.

NATO û Madeya 5an

NATO sala 1949an hat avakirin û armanca wê ya ewil parastina Ewropayê ya li hemberî gefên Sovyetan bû.

Bi demê re ev hevpeyman bû hevkariyeke siyasî û leşkerî ya di navbera Amerîka û Ewropayê de.

Madeya 5an a hevpeymaniyê dibêje, eger êrişî endamekî were kirin, tê wê wateyê ku êrişî hemû endaman hatiye kirin. Ev xal hîmê hêza NATOyê ye.

Lê belê ev made nayê wê wateyê ku midaxeleya leşkerî dê bi awayekî otomatîk pêk were. Divê welatên endam bi yekdengî biryarê bidin.

Her wiha piştgiriya ku dê were dayîn jî dikare her cure alîkarî be û midaxeleya leşkerî ne neçarî ye.

Ev made heta niha tenê piştî êrişên 11ê Îlona 2001ê hat pêkanîn.

Baregeh û qada asmanî: NATO neçar nake

Amerîka li seranserê Ewropayê xwedî toreke berfireh a baregehên leşkerî ye.

Lê belê endamên NATOyê ne neçar in ku bê şert û merc ji bo bikaranîna van baregehan destûrê bidin.

Ev cure destûr di çarçoveya peymanên dualî û hiqûqa navneteweyî de tên diyarkirin.

Loma Îtalyayê ji bo balafirên Amerîkayê destûra baregehekê neda. Spanyayê jî qada xwe ya asmanî girt.

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer jî got "em nabin beşek ji kiryareke li derveyî hiqûqê" û hinek daxwazên Amerîkayê red kirin.

Rexneya Trump a "parvekirina bar"

Trump demeke dirêj e hevalbendên xwe yên NATOyê tohmetbar dike ku ew ji hêza leşkerî ya Amerîkayê sûdê werdigirin lê têra xwe piştgiriyê nadin.

Li gorî wî, welatên Ewropayê mesrefên xwe yên parastinê kêm digirin û xwe dispêrin sîwana ewlehiyê ya Amerîkayê.

Ji ber vê yekê ew dixwaze ku divê hevalbend li hemberî Washingtonê berpirsyariya zêdetir bigirin ser xwe.

Trump her wiha şerê Rûsya û Ukraynayê wekî krîzekê dibîne ku divê Ewropa bixwe çareser bike. Loma bi xwesteke kêm piştgiriya Kîevê dike.

Krîza baweriyê û lawazbûna NATOyê

Daxuyaniyên Trump ew têgihiştina ku digot "Amerîka di her rewşê de midaxele dike" qels kiriye.

Ev rewş bi taybetî ji bo endamên NATOyê yên li nêzîkî Rûsyayê, wekî welatên Baltîkê, rîskeke mezin a ewlehiyê çêdike.

Raporên sîxuriyê yên Rojavayî amajeyê bi wê yekê dikin ku Rûsya dikare di salên pêşiya me de biryardariya NATOyê biceribîne.

Ji bo Ewropayê du rê hene: Rexnekirina Amerîkayê yan jî pêbendbûna pê.

Serkirdeyên Ewropayî ji ber ku di gavên Amerîkayê yên li ser Îranê de bi têra xwe nehatine agahdarkirin dilgiran in.

Ji aliyê din ve, rexneyên tund ên li hemberî Washingtonê rîska kêmkirina piştgiriya ji bo Ukraynayê jî bi xwe re tîne.

Zêdekirina şiyana parastinê ya Ewropayê dê bi salan bikişîne.

Di vê pêvajoyê de dagirtina cihê hevahengiya leşkerî û şiyana sîxuriyê ya Amerîkayê gelekî zehmet xuya dike.

Astengiyên hiqûqî: Gelo Amerîka dikare vekişe?

Yasayeke ku sala 2023yan li Amerîkayê hat pesendkirin, vekişîna yekalî ya Serok a ji NATOyê zehmet dike.

Li gorî vê yasayê, piraniya (ji sisêyan dido) dengên Senatoyê pêwîst in. An jî divê Kongre yasayeke nû derxe. Di navhevsengiyên siyasî yên niha de ev îhtimal qels tên dîtin.

Qelskirina ji navxwe ve

Tê destnîşankirin ku her çend Trump bi awayê fermî ji hevpeymaniyê dernekeve jî dikare NATOyê lawaz bike.

Di nav pêngavên ku dikarin bên avêtin de vekişandina karmendên Amerîkayê, kêmkirina rahênanên leşkerî û kêmkirina parvekirina sîxuriyê û kêmkirina hejmara leşkerên li Ewropayê hene.

Pêngaveke radîkaltir jî dikare vekişandina sîwana parastina nukleer a Amerîkayê be.

Li gorî pisporan, vekişîna tam a Amerîkayê ya ji NATOyê di demeke kurt de zehmet e lê belê gotin û pêngavên Trump dikarin bandoreke cidî li kar û barên hevpeymaniyê bikin.

Ev rewş wekî şikestineke dîrokî tê nirxandin ku dikare di demeke dirêj de bandorê li mîmariya ewlehiyê ya Ewropayê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst