BRÎTANYA - 35 welat li ser vekirina Tengava Hurmizê dicivin

9 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Brîtanya Tengava Hurmizê Amerîka Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Brîtanya piştî daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump, îro mazûvaniya civîneke girîng dike.

Armanca civînê ew e ku ji bo rêyên vekirina Tengava Hurmizê werin dîtin hevpeymaniyek were avakirin.

Donald Trump gotibû ku dabînkirina ewlehiya Tengava Hurmizê pirsgirêka welatên din e û divê ew çareser bikin.

Wezîra Karên Derve ya Brîtanyayê Yvette Cooper dê serokatiya civîna online bike.

Tê çaverêkirin ku nêzîkî 35 welat beşdar bibin ku di nav wan de Fransa, Almanya, Îtalya, Kanada û Îmarata Erebî jî hene.

Amerîka beşdarî vê civînê nabe.

Li gorî nûçeya Reutersê, ev civîn piştî gotara Trump a şeva borî tê lidarxistin.

Trump gotibû, dibe ku tengav "bi awayekî xwezayî" were vekirin û welatên ku pişta xwe didin wê derê berpirsyar in ku ewlehiya wê biparêzin.

Paqijkirina mayînan û parastina tankeran

Îranê dawiya meha Sibatê wekî bersivdayîna êrişên Amerîka û Îsraîlê, bi pratîkî Tengava Hurmizê girt.

Ji sedî 20ê petrola cîhanê di vê tengavê re derbas dibe.

Ji ber ku bihayên enerjiyê bilez bilind bûn, vekirina vê rêya avê ji bo hikûmetên cîhanê bûye karekî li pêş.

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer doh ragihand ku di civînê de dê ji bo "azadiya gerê", hemû gavên dîplomatîk û siyasî werin nirxandin.

Welatên Ewropayê berê daxwaza Trump a ji bo şandina hêzên deryayî red kiribû, wan nexwestibû ku bikevin nav şer.

Lê belê rayedarên Ewropî diyar dikin ku bandora bihayên enerjiyê ya li ser aboriya cîhanê ew neçar kirine ku hevpeymaniyekê ava bikin.

Plana du qonaxî

Rayedarekî Ewropî eşkere kir ku plana vekirina tengavê ji du qonaxan pêk tê.

Qonaxa ewil paqijkirina mayînan e, qonaxa duyem jî parastina wan tankeran e ku di herêmê re derbas dibin.

Starmer destnîşan kir ku vekirina tengavê "ne hêsan e" û pêdivî bi "hêza leşkerî û çalakiyên dîplomatîk" heye.

Trump jî şeva borî bangî welatên ku Hurmizê bi kar tînin kiribû û gotibû, "Tenê wê derê bigirin, biparêzin û ji bo xwe bi kar bînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst