Rûdaw namzeda ‘Oskara Înternetê’ ye

9 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Xelata Webbyê Tora Medyayî ya Rûdawê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tora Medyayî ya Rûdawê bi belgefîlma "Sê Sal Şer" careke din ji bo standina du xelatên navneteweyî yên Webby 2026an namzed e ku ev xelat wekî "Oskara Înternetê" tê naskirin.

Tora Medyayî ya Rûdawê di vê pêşbirkê de bi saziyên medyayî yên navdar ên cîhanê yên wekî ABC News, CBC News, NBC News û Al Jazeera Englishê re hevrikiyê dike.

Belgefîlma "Sê Sal Şer" di beşa "Nûçe û Siyaset"ê de namzed e.

Di vê berhemê de, rojnamegerên Rûdawê Dilniya Rehman û Ehmed Omer diçin eniyên şerê Ukrayna û Rûsyayê û çîrokên koçberan vedibêjin.

Birêvebirê Giştî yê Xelata Webbyê Nick Bornstein, di peyamekê de pîrozbahî li Tora Medyayî ya Rûdawê kir û got:

"Pîroz be! Karê we wekî yek ji yê herî baş ê kategoriya xwe di nav 13 hezar berheman de hatiye hilbijartin."

Dilniya Rehman produser û derhênera belgefîlma "Sê Sal di Şer de" ye, Ehmed Omer wênegirê belgefîlmê ye û Birwa Omer jî montaja wê kiriye.

Xelata Webbyê çi ye?

Xelata Webbyê sala 1996an hatiye damezirandin û di warê dahênana dîjîtal de rûmeta herî bilind e.

Kesên serkeftî ji aliyê Akademiya Navneteweyî ya Huner û Zanistên Dîjîtal û bi dengên xelkê tên hilbijartin.

BBC wekî yek ji xelatên herî navdar ên cîhanê behsa Webbyê dike.

New York Times jî wê wekî rûmeta herî bilind a di çarçoveya berhemên nav înternetê de dibîne.

Her sal şirket, medyayên cîhanî û kesayetên navdar ji bo standina Xelata Webbyê dikevin hevrikiyê.

Sala borî CNN, BBC, Reuters, New York Times, Netflix, Disney, Amazon, Marvel, Google, Apple, Samsung û Spotify di nav serkeftiyên xelatê de bûn.

Tora Medyayî ya Rûdawê sala 2024an bû yekem saziya medyayî ya li Îraq û Herêma Kurdistanê ku xelata Webbyê bi dest xist.

Her wiha li ser asta Rojhilata Navîn jî bû saziya duyem ku vê xelatê werdigire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst