Li Amerîkayê bi navê Kurdistanê parkek vedibe

6 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Moorhead Zaxo Cîhan Brîfkî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wekî nîşaneya xurtbûna dostaniya li gel Kurdistan û bajarê Zaxoyê, li bajarê Moorheadê yê eyaleta Minnesotayê, bi navê Kurdistanê parkek vedibe.

Bi amadebûna berpirsên bajarê Moorheadê, Endamên Kongreya eyaleta Minnesotayê û rewenda Kurd, konferanseke taybet a li ser dostaniya Kurdistan û Moorheadê hate lidarxistin.

Şaredara Moorheadê Shelly Carlson di konferansê de gotarek pêşkêş kir û ragihand ku ji bo rêzgirtina li dostaniya Moorhead û Zaxoyê, ew dê navê yek ji parkên bajêr bikin Kurdistan.

Cîhan Brîfkiya ku Kurdeke nişteciha wî bajarî ye û di konferansê de amade bû, ji Rûdawê re ragihand ku armanca wan xurtkirina têkiliyên di navbera Kurdistan, bajarê Moorhead û eyaleta Minnesotayê de ye.

Cîhan Brîfkî yek ji wan kesan e ku ji bo avakirina dostaniya navbera Moorhead û Zaxoyê alîkar bûye. Wê di konferansê de behsa giringiya dostaniya Kurd û bajarê Moorheadê kir.

Cîhanê her wiha amaje pê kir ku di mehên borî de wan li gel şandeke bajarê Moorheadê serdana Kurdistanê kiriye.

Ev serdan piştî wê yekê hat ku bajarên Zaxoyê û Moorheadê Tîrmeha par li Minnesotayê daxuyaniyeke dostaniyê mohr kiribûn.

Serperştiyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Gohdar Şêxo jî di wê merasîmê de amade bûbû.

Bajarê Moorheadê li eyaleta Minnesotayê ye. Nifûsa bajêr nêzîkî 46 hezar kesan e û ji sedî 8ê şêniyên bajêr Kurd in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst