Pira herî bilind a Îranê hat rûxandin: Trump peyamên tund dan

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îran Îsraîl Pira B1ê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di encama bombebarana Amerîka û Îsraîlê ya li Îranê de pira herî bilind a Îranê hat rûxandin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser vê mijarê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku tiştên mezintir li rê ne.

Trump her wiha bangî Îranê kir ku di demeke herî nêzîk de bi peymanekê razî bibe.

Îro li Tehranê pira bi navê B1ê hat bombebarankirin ku bilindahiya wê nêzîkî 500 metreyan e û dirêjiya wê jî kîlometreyek e.

Pira navborî ji ber bombebaranê bû 2 parçeyên.

"Tiştekî din ê mezin li rê ye"

Donald Trump bi rêya hesabê xwe yê Truth Socialê ragihand:

"Pira herî mezin a li Îranê rûxiyaye û êdî ti carî nayê bikaranîn.

Gelek tiştên din ên mezintir jî dê li pey wê werin."

Trump di daxuyaniya xwe de tekez kir ku êdî dema wê hatiye Îran peymanê îmze bike berî ku dereng bibe û anî ziman:

"Divê Îran berî ku her tişt li wî welatî ji nav biçe peymanê bike.

Hîn jî derfet heye ku ew bibe welatekî mezin."

Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê dest bi êrişên li Îranê kir.

Îranê jî bi rêya dron û mûşekan bersiv da wan û welatên Kendavê.

Li gorî amarên ku artêşa Îsraîlê û CENTCOMê belav kirine, ji destpêka şer ve herî kêm 15 hezar armanc li nav Îranê hatine lêdan.

Donald Trump û berpirsên din ên Amerîkayê heta niha çend caran ragihandiye ku Îran daxwaza agirbestê û bidawîanîna şer kiriye lê wan ev daxwaz red kiriye.

Berpirsên Îranê jî diyar dikin, heger garantî were dayîn ku careke din êrişî wan neyê kirin û zererên şer werin tazmînkirin, ew amade ne şer rawestînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst