Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Şer ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku Şezîrê Şer fermana vekişîna nêzîkî 5 hezar leşkerên Amerîkayî yên li Almanyayê daye.
Ev yek ji ber şerê Rojhilata Navîn wekî qutbûn û aloziya herî nû ya di navbera Washington û hevpeymanên wê yên Ewropî de tê dîtin.
Ev biryara Pentagonê bi ragihandina zincîreyek cezayên aborî yên Serokê Amerîkayê Donald Trump re di heman demê de ye.
Trump biryar da ku baca li ser otomobîlên hawirdekirî yên ji Yekitiya Ewropayê ji sedî 25 zêde bike.
Trump, Ewropa tohmetbar kir ku pêbendî peymanên bazirganiyê nebûye.
Aloziya tund a li gel Berlînê
Trump careke din rexneyên tund li Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz girtin.
Merz berê gotibû ku Îran li ser maseya dan û standinan mijûlî "şermezarkirina" Washingtonê ye.
Trump di bersiva xwe de got, "Bi dîtina Merz asayî ye ku çekên etomî yên Îranê hebin. Ew nizane bê ka qala çi dike!"
Berdevkê Pentagonê Sean Parnell di daxuyaniyekê de ragihand ku tê çaverêkirin pêvajoya vekişîna wan 5 hezar leşkeran di 6 heta 12 mehên bê de temam bibe.
Trump amaje pê kir ku ew dixwaze Ewropa berpirsyariya parastina xwe zêdetir bigire ser xwe û êdî bi tenê pişta xwe bi Washingtonê girê nede.
Cezakirina hevpeymanan
Wisa xuya ye Serokê Amerîkayê rijd e li ser cezakirina wan hevpeymanên ku nexwestine piştgiriya şerê li dijî Îranê bikin.
Her wiha yên ku nexwestine beşdarî hêza parastina aştiyê ya li Tengava Hurmuzê bibin.
Trump pêncşemê amaje pê kir ku dibe ku ew hêzên Amerîkayê ji Îtalya û Spanyayê jî vekişîne û got:
"Îtalyayê ti alîkarî nedaye me û Spanya jî gelekî xerab bûye. Belê, dibe ku ez wan vekişînim, çima ez venekişînim?"
Heta dawiya 2025an, 12 hezar û 662 leşkerên Amerîkayê li Îtalyayê, 3 hezar û 814 leşker li Spanyayê û 36 hezar û 436 leşkerên wê jî li Almanyayê hebûn.
Bersiva Almanya û Yekitiya Ewropayê
Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul doh di dema serdana xwe ya Mexribê de ragihand ku welatê wî ji bo kêmkirina hêzên Amerîkayê "amade ye".
Lê wî amaje pê kir ku baregehên leşkerî yên mezin ên wekî Baregeha Asmanî ya Ramsteinê, ne cihê gotûbêjê ne û girîngiyeke wan a bêhempa ji bo her du welatan jî heye.
Li aliyê din, Yekitiya Ewropayê ragihand ku bicihkirina hêzên Amerîkayê yên li parzemînê di berjewendiya Washingtonê bi xwe de ye jî.
Yekitiya Ewropayê her wiha destnîşan kir ku Amerîka hevbeşekî sereke yê parastina ewlehiya Ewropayê ye.
Ev alozî di demekê de rû didin ku welatên Ewropayê ji ber şerê Ukraynayê di rewşeke hestiyar a ewlehiyê de ne.
Trump ji Serokwezîrê Almanyayê Merz xwestiye ku li şûna "destwerdana" di pirsa Îranê de, bala xwe bide ser bidawîkirina şerê Ukraynayê.
Lê di heman demê de Merz ji bo rûbirûbûna zextên ewlehiyê budceya leşkerî ya welatê xwe bi awayekî bêhempa bilind kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse