Ewropayê ji bo her koçberekî 4,7 milyon euro daye Tirkiyeyê

02-10-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Yekîtiya Ewropayê Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Ewropayê ji bo serê her koçberekî ku vegeriyaye Tirkiyeyê 4,7 milyon euro daye wî welatî.

Ji welatên Yekitiya Ewropayê di çarçoveya “Rêkeftina Paşdevegerandinê” de 2 hezar 140 koçber şandine Tirkiyeyê.

Yekitiya Ewropayê ji bo serê her koçberekî 4,7 milyon euro jî daye Tirkiyeyê.

Li gor Rojnameya Bild a Almanî, li Ewropayê nîqaşên derbarê nûjenkirina “Rêkeftina Paşdevegerandinê” de berdewam in.

Ew rêkeftin Adara 2020an bi Tirkiyeyê re hatibû îmzekirin.

Di çarçoveya rêkeftinê de ji 20ê Adara 2016an û heta niha tenê 2 hezar û 140 koçber ji Ewropayê hatine vegerandin û li Tirkiyeyê bicih bûne.

Li gorî rojnameya Bildê, Ewropayê ji bo her koçberekî 4,7 milyon euro daye Tirkiyê ku dike nêzîka 136 milyon û 300 hezar lîreyên Tirkî.

Herwiha di çarçoveya rêkeftinê de welatên Ewropayê 37 hezar û 397 koçber ji Tirkiyeyê wergirtine.

Li gorî nûçeyê Tirkiye red dike ku zêdetir koçberan wergire.

Herî dawî Yunanistanê daxwaza rêkeftineke nû di navbera Yekitiya Ewropayê û Tirkiyeyê de kiribû.

Wezîrê Koçê yê Yunanistanê Dimitrios Kairidis ragihand ku divê ji bo rêkeftinê Almanya bi Tirkiyeyê re gotûbêjan bike.

Li gorî amarên Komîsyona Bilind a Penaberan Neteweyên Yekbûyî (UNCHR), di 8 mehên destpêkê yên îsal de 19 hezar û 67 koçber bi rêya bejahî û deryayî çûne Yunanistanê.

Herwiha sala 2022an derdodara 18 hezar û 700 koçber derbasî Yunanistanê bibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst