Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser operasyona li Caracasê axivî û got,"Em dê li Venezuelayê bin û Venezuelayê bi rê ve bibin.
Amerîkayê li Venezuelayê operasyoneke berfireh pêk anî û Serokkomarê Venezuelayê Nicolas Maduro û hevjîna wî hatine girtin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser operasfyona Amerîkayê ya li Venezuelayê daxuyanî da.
Trump ragihand ku hikûmeta Amerîkayê li Venezuelayê operasyoneke mezin li dar xistiye û Serokê Dewletê Nicolas Maduro û hevjîna wî Cilia Flores hatine girtin.
Trump berpirsyariya operasyonê girt ser xwe û got, "Maduro û hevjîna wî hatin girtin û ew derxistin derveyî welêt."
Li gorî daxuyaniya Trump, Maduro û hevjîna wî bi keştiyê ber bi New Yorkê ve tên veguhastin.
"Peyamek bû ji bo cîhanê"
Trump di parvekirina xwe ya li ser Truth Socialê de diyar kir ku operasyon bi hevkariya Hêzên Pêkanîna Yasayê yên Amerîkayê hatiye kirin.
Serokê Amerîkayê di civîna çapemeniyê ya li Koşka Spî de got ku wî operasyon zindî şopandiye û wiha axivî:
"Di operasyonê de ti kesî li aliyê Amerîkayê canê xwe ji dest neda. Operasyona Maduro peyamek bû ji bo cîhanê."
"Em dê Venezuelayê bi rê ve bibin"
Donald Trump hûrgiliyên operasyonê eşkere kirin û destnîşan kir ku hêzên asmanî, bejahî û deryayî hatine bikaranîn.
Trump got, "Kapasîteya leşkerî ya Venezuelayê hat bêbandorkirin û bi saya pisporiya me çirayên Caracasê hatin vemirandin."
Serokê Amerîkayê her wiha got, "Em dê Venezuelayê bi rê ve bibin" û wiha li pey çû:
"Maduro û hevjîna wî niha bi edaleta Amerîkayê re rûbirû ne.
Em dê şirketên xwe yên mezin ên petrolê têxin Venezuelayê.
Heta daxwazên me bi temamî bên bicihanîn, Amerîka dê kontrola hemû operasyonên leşkerî di destê xwe de bigire."
Serokê Amerîkayê Donald Trump axivî:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 3, 2026
🗨️Em dê li Venezuelayê bin û Venezuelayê bi rê ve bibin pic.twitter.com/2Vru94dXHp
"Em ji bo pêleke gelekî mezintir amade ne"
Trump diyar kir ku "Eger pêwîst be Amerîka amade ye ku êrişeke duyem li Venezuelayê pêk bîne."
Lê belê Trump amaje bi wê yekê kir ku piştî girtina Maduro û hevjîna wî êdî ev ne pêwîst e û got:
"Eger pêwîst bûya me dê pêla duyem bikira, di rastiyê de me texmîn dikir ku dê pêla duyem hewce be lê niha dibe ku pêwîstî neke."
Serokê Amerîkayê li ser serkeftina operasyonê wiha axivî:
"Pêla yekem, eger hûn wisa bi nav bikin, êrişa yekem ew qasî serkeftî bû ku dibe ku pêwîstî bi pêla duyem nemîne.
Lê em ji bo pêla duyem, di rastiyê de ji bo pêleke gelekî mezintir amade ne."
Trump her wiha diyar kir ku operasyonên leşkerî yên din ên li Venezuelayê di qonaxa plankirinê de ne lê îdare "dibe ku neçar nemîne wan bike."
#WÊNE - Donald Trump li ser operasyona Caracasê diaxive
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 3, 2026
🗨️Em dê kompanyayên petrolê yên Amerîkayê bibin Venezuelayê û em dê petrola Venezuelayê bi rê ve bibin pic.twitter.com/AK92fuKBZY
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse