Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro û hevjîna wî Cilia Flores li ser keştiyeke şer a Amerîkayê ne û dê ji bo darizandinê bînin New Yorkê.
Trump di daxuyaniyên xwe yên ji bo televîzyona Foxê de hûrgiliyên operasyona li Venezuelayê par ve kirin.
Trump diyar kir ku wî operasyon li odeyeke ku general jî tê de bûn wekî "bernameyeke televîzyonê" şopandiye û got: "Hêzên me ketin cihên ku deriyên wan ên polatî hebûn û mirov nedikarî bikeve hundir.
Di nava çend çirkeyan de ew derxistin derve, min heta niha tiştekî wisa nedîtibû."
"Divabû me vê bikira çimkî ev şer e"
Trump eşkere kir ku plana wan hebû ku operasyonê berî 4 rojan bikin lê ji ber şert û mercên hewayê bi paş xistine.
Trump da zanîn ku di aliyê Amerîkayê de ti windahiyên canî nînin, tenê helîkopterekê xisar dîtibû û hemû balafir û helîkopter vegeriyane.
Donald Trump got,"Divabû me ev bikira çimkî ev şer e. Em salane 300 hezar kesî ji ber narkotîkê winda dikin."
Trump diyar kir ku Maduro ji mala wî hatiye girtin û got, "Mala wî ne wekî malekê lê wekî kelehekê bû. Cihên ewle yên bi deriyên polatî hebûn lê nekarî xwe rizgar bike. Wan hewl dida birevin lê me ew girtin."
#GRAFÎK Serokê Amerîkayê Donald Trump:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 3, 2026
🗨️Min bi zindî operasyona desteserkirina Maduro temaşe dikir, wekî bernameyeke televîzyonê bû pic.twitter.com/0tTIbCLJOv
"Maduro û hevjîna wî niha li ser keştiyê ne"
Serokê Amerîkayê derbarê paşeroja Venezuelayê de got,"Em niha biryarê didin. Em rê nadin ku kesekî din were û karê wî bidomîne.
Em ji bo gelê Venezuelayê azadiyê dixwazin."
Trump her wiha eşkere kir ku li New Yorkê li dijî Maduro û hevjîna wî doz hatiye vekirin û got:
"Ew niha li ser keştiyê ne, bi helîkopterê birin ser keştiyê û ber bi New Yorkê ve tên anîn."
Trump hişyarî da dilsozên Maduro
Serokê Amerîkayê hişyarî da alîgirên Maduro û got,"Eger ew jê re dilsoz bimînin, paşeroja wan dê bi rastî xirab be."
Trump îdia kir ku dilsoziya bi Maduro re kêm bûye û wî dîtîye ku xelk li kolanan alayên Amerîkayê hildidin û piştgiriyê didin.
Li aliyê din, saziya weşanê ya Amerîkî CNNê li ser zarê çavkaniyên xwe ragihand ku Nicolas Maduro û hevjîna wî Cilia Flores nîvê şevê dema ku di xew de bûn, ji aliyê hêzên Amerîkayê ve ji odeya wan a razanê "hatine kişkişandin" û derxistin.
Serdozgera Giştî ya Amerîkayê Pam Bondiyê jî ragihand ku li dijî Maduro bi tohmetên "narkoterorîzm, qaçaxçitiya kokainê û xwedîkirina çekên giran û amûrên wêranker ên li dijî Amerîkayê" doz hatiye vekirin.
#WÊNE - Serokê Amerîkayê Donald Trump wêneyê Nicolas Maduro belav kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 3, 2026
🎙️Serokê Amerîkayê got:
🗨️Nicolas Maduro li ser keştiya USS Iwo Jima ye
📷Donald Trump Truth Social pic.twitter.com/C2KIWHb1B0
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse