TAYBET - Balyozê Îranê: Em ne cîranan, baregehên Amerîkayê dikin hedef

1 demjimêr berê
Namo Ebdullah
Namo Ebdullah
Nîşan Îran Şer Amerîka Îsraîl
A+ A-

New York (Rûdaw) - Balyozê Îranê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Emîr Seîd Îrewanî, di konferanseke rojnamegeriyê de bersiv da pirsa Rûdawê ya li ser sedema êrişên wan ên li ser welatên cîran.

Rayedarê Îranî diyar kir ku hêzên welatê wî êrişî "berjewendiyên" welatên cîran nakin, ew baregeh û tesîsên Amerîkayê yên li wan welatan dikin hedef.

Berfirehbûna şer û metirsiya aborî

Şerê ku Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê dabû destpêkirin berfireh bû û li Rojhilata Navîn gelek enî dan ber agir.

Şerê ku bi kuştina Xamineyî dest pê kir, bi êrişên li ser Dubai, Ebû Dabî, Behreyn û Îraqê herêm xist nav agir.

Ji ber vê yekê gelek geştên balafiran betal bûn û seferên bi hezaran rêwiyan bi derengî ketin.

Krîza enerjiyê û Tengava Hurmuzê

Piştî hedefgirtina tesîsên petrolê yên Erebistana Siûdî û Îmaratê welatên Kendavê gefa bersivdayînê xwar.

Qeterê hilberîna gaza xwezayî ya şil (LNG) rawestand û li peravên Umanê êrişî tankerên petrolê hat kirin.

Tevgera deryayî ya li Tengava Hurmuzê rawestiya û bihayê enerjiyê, bi taybetî jî gaz li Ewropayê ji sedî 50 zêde bû.

Teksta diyaloga di navbera Rûdaw û Balyozê Îranê de wiha ye:

Rûdaw: Mentiqê li pişt êrişên we yên li ser welatên din ên wekî Îraq, Îmarat û Qeterê, di nav de Herêma Kurdistana Îraqê, çi ye?

Balyozê Îranê: Wekî ku min anî zimên, em êrişî berjewendiyên welatên cîran nakin, em xwe diparêzin.

Em tesîs, baregeh û amûrên Amerîkayê yên li wan welatan dikin hedef ku li derveyî kontrola welatên mêvandar in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst