Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameya The Wall Street Journalê belav kir ku li gorî gotina berpirsên Amerîkayê, Donald Trump amade ye piştgiriyê bide wan komên li nav Îranê ku dixwazin ji bo rûxandina desthilata niha çekan hilgirin.
Li gorî rojnameyê, bi gaveke wiha ew komên Îranî dikarin bibin hêzeke bejahiyê ku herî kêm Washington di warê gotarê de piştgiriya wan bike.
Pêwendiya bi serkirdeyên Kurd re
Li gorî wan berpirsên Amerîkayê yên ku ji Wall Street Journalê re axivîne, Trump roja yekşemê bi "serkirdeyên Kurd" re axiviye.
Her wiha ew bi serkirdeyên din ên navxweyî re jî di nava pêwendiyê de ye ku îhtîmal heye ji lawaziya Tehranê sûdê bibînin û destkeftan bi dest bixin.
Wall Street Journal dinivîse, hêzeke berbiçav a Kurdan li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê heye.
Her wiha Îsraîlê çend pêgeh li Rojhilatê Kurdistanê bombebaran kirine û "vê yekê jî ew pêşbînî çêkiriye ku Îsraîl rê ji bo pêşveçûna Kurdan xweş dike".
Sekretera Rojnamegeriyê ya Koşka Spî Karoline Leavittê got, "Serok Trump bi gelek hevparên herêmî re axiviye."
Leavittê ev yek got lê bi awayekî eşkere armancên Trump piştrast nekirin.
Axaftina bi Serok Barzanî û Bafil Talebanî re
Ajansa nûçeyan a Axiosê cara yekem nûçeya pêwendiya telefonî ya Trump a bi serkirdeyên Herêma Kurdistanê re belav kir.
Axiosê gotibû, Trump bi rêya telefonê bi Serok Mesûd Barzanî û Bafil Talebanî re axiviye û "armanca van pêwendiyan jî gotûbêjkirina şerê hevpar ê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê û gavên paşerojê yên vê nakokiyê bû."
Di civîna îro sêşemê ya Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de jî behsa pêwendiya telefonî ya Trump û Serokê YNKyê Bafil Celal Talebanî hat kirin.
Mekteba Siyasî ya YNKyê di daxuyaniyekê de got:
"Di wê pêwendiyê de Serok Trump derbarê armancên Amerîkayê yên di vî şerî de berçavronî daye."
Banga raperînê li gelê Îranê
Wekî ku Wall Street Journalê nivîsiye, li gorî gotina berpirsên Amerîkayê, hêj Trump biryara dawî li ser vê mijarê nedaye.
Mînak gelo ew dê çek, perwerde û rahênan yan jî piştgiriya îstîxbaratî bide komên dijberên desthilata Îranê yan na, ev hîn ne diyar e.
Rojname dibêje, di dema ragihandina destpêkirina êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê de, Trump bangî gelê Îranê kir ku raperînê bikin û got:
"Dest deynin ser hikûmeta xwe. Amerîka dê bi hêzeke bêhejmar û wêranker piştgiriya we bike."
Lê belê, li gorî rojnameya Amerîkayê, bi dayîna piştgiriyeke mercdar a ji bo komên çekdar ên dijber ku armancên wan ên cuda hene, Trump gavekê pêşdetir ji banga raperîna gelêrî diavêje.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse