Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Friedrich Merz Îran Amerîka Reza Pehlewî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî bi Şêwirmendê Almanyayê Friedrich Merz re civiya.

Trump çend hûrgiliyên derbarê êrişên ser Îranê de eşkere kirin. Trump kesekî ji navxweyî Îranê ji bo qonaxa nû ya wî welatî guncavtir dibîne.

Donald Trump li ser qonaxa dahatû û danîna kurê şahê berê yê Îranê Reza Pehlewî got, "Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e."

Serokê Amerîkayê stratejiya îdareya xwe di êrişên ser welatan de serkeftîtir nirxand û Îraq wekî mînak nîşan da. Almanya jî daxwaza hikûmeteke nû li Îranê dike.

Trump li ser Reza Pehlewî: Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e

Di bersiva pirsekê de li ser danîna Reza Pehlewî wekî serkirde ji bo qonaxa nû ya Îranê, Trump got: "Hinek kes jê hez dikin, lê em pir (li ser danîna wî) nefikirine.

Li gorî min, kesekî ji navxweyî Îranê dibe ku guncavtir be.

Ew mirovekî pir baş xuya dike lê li gorî min divê kesekî li wir (Îranê) be, kesek ku niha li Îranê navdar be.

Kesên me yên wiha li Îranê hene; kesên nermrew in û ne tundrew in."

Bi vî awayî Trump kurê şah ji bazineya rikeberiya serkirdayetiya Îranê derdixe.

Trump li Venezuelayê jî heman tişt kiribû û kesekî ji navxweyî wî welatî ji bo serkirdayetiyê danîbû, tenê şêweyê hikumraniya welêt guhert.

“Eger me êriş nekiriba, Îranê dê êrişî me bikira”

Trump di destpêka civîna xwe ya li gel Merz de got, "Beriya êrişê me guftûgo kir. Li gorî min, eger me êriş nekiriba, wan dê êrişî me kiriba."

Trump û Merz zêdetirî nîv demjimêrê li Ofîsa Oval ji rojnamegeran re axivîn.

Di bersiva wê pirsa ku gelo Îsraîlê ew han daye ku êrişî Îranê bike, Trump ev yek red kir û got, "Li ser bingeha wan guftûgoyên ku hebûn, min biryara êrişê da.

 Di wan çend rojên kêm ên şer de me hemû şiyanên leşkerî yên Îranê wêran kirin, me hema hema her tişt wêran kiriye."

Di demekê de ku Îran berdewam mûşekan ber bi welatên Kendavê û herêmê ve diavêje, Trump pêşbînî dike ku avêtina mûşekên Îranê zêde nedomîne û got, "Wan gelek mûşek avêtin û me jî gelek ji wan têk birin.

Li gorî baweriya min dê Îranî di êrişê de destpêşxer bûna, min jî nedixwest ew yek rû bide.

Hejmara mûşekên Îranê kêm bûye. Îran heta êrişî hinek welatên dike ku ti peywendiya wan bi vî rewşê re nîne."

“Di lêdana yekem de me 49 serkirdeyên Îranê kuştin”

Trump êrişên artêşa welatê xwe û Îsraîlê wekî "pir rast" nirxandin û got, "Êdî parastina asmanî ya wan nemaye û ne cih û ne jî avahî mane ku serkirde xwe lê biparêzin."

Trump hinek zanyariyan li ser kuştina xwepêşanderan eşkere kir û got:

"Ew kesên ku ji aliyê artêşa welatê me ve hatin armanckirin, xelkekî xirab bûn.

Di dema borî de 35 hezar xwenîşander kuştine. Serkirdeyê wan ên ku êrişî xwenîşanderan dikir, çû. Di pêla yekem a êrişên asmanî de 49 serkirdeyên Îranî hatin kuştin.

Du pêlên êrişên Amerîka û Îsraîlê yên ser Îranê, bûn sedema kuştina wan kesayetên ku berbijêrên serkirdayetiya Îranê bûn.

Her wiha êrişeke mezin li civîneke ku ji bo diyarkirina serkirdeyekî nû hatibû lidarxistin hat kirin.

Piranîya wan kesên ku berbijêrên serkirdayetiyê li Îranê bûn, hatine kuştin. Niha komeke din heye, dibe ku ew jî miribin, li gorî wan zanyariyên ku gihîştine destê me çêdibe ku ew jî miribin.

Gelek berpirsên Îranê daxwaza parêzbendiyê dikin. Ew berpirs dixwazin dest jê berdin û daxwaza parêzbendiyê kirine.

Hinekên din jî dixwazin çekên xwe deynin. Ka em bibînin dê çi rû bide."

Trump: Li Îraqê hinek kes derxistin ku qet nizanîbûn mesele çi ye?

Trump berawirdiya êrişên li ser Îranê û Venezuelayê kir û got:

"Me êriş kir, me hikûmet hişt, me Delcy (Delcy Rodríguez) danî, keseke gelekî baş e û berpirsa her tiştî ye.

Têkiliya me baş e û me bi sedan milyon bermîl petrol ji Venezuelayê berhem aniye; beşek jê ji bo wan e û beşek jî ji bo me ye."

Serokê Amerîkayê behsa Îraqê jî kir û got, "Eger tu li Îraqê binêrî, bi ehmeqî hemû kes derxistin; general hatin derxistin, artêş nema, polîs nehiştin û hemû hatin derxistin.

Heta karmendên berevaniya şaristaniyê jî hatin derxistin, hemû karmendên hikûmetê hatin derxistin. Kesên wiha hatin derxistin ku qet haya wan ji tiştekî nebû."

Trump ew rewşa Îraqê wekî sedema serhildana DAIŞê dibîne û got, "DAIŞ ji wir çêbû. Ji wan kesên ku hatibûn derxistin çêbû, nizanim tu bawer dikî yan na."

Trump ji bo çalakvanên Îranê: Heya rewş asayî dibe hê dernekevin derve

Trump rûyê xwe da wan kesên ku serperiştiya xwenîşandanên dawî yên Îranê kirin û daxwaz ji wan kir ku xwe ji her pêngaveke mezin biparêzin heya ku rewş asayî dibe.

Serokê Amerîkayê amaje bi wê yekê kir ku serkutkirina nerazîbûnan li Îranê yek ji sedemên sereke yên êrişkirina ser Îranê bûye.

Donald Trump her wiha got, "Eger hûn rijd in li ser derketina derve û derbirîna nerazîbûnê, niha nekin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst